Dogu Ergîl: Tu hêza Tirkiyê li herêmê nemaye

Nivîskar û rewşenbîrê Tirk Dogu Ergil li ser rewşa Sûriyê ji Kurdistan24 re axivî û ragihand ku tu hêza Tirkiyê li herêmê nemaye û polîtîkayên Tirkiyê yên li herêmê vala derketine.

K24 - Enqere

Nivîskar û rewşenbîrê Tirk Dogu Ergil li ser rewşa Sûriyê ji Kurdistan24 re axivî û ragihand ku tu hêza Tirkiyê li herêmê nemaye û polîtîkayên Tirkiyê yên li herêmê vala derketine.

Dogu Ergîl: “Derket holê ku politikayên Tirkiyê yên li herêmê vala derketin û rola Tirkiyê jî her diçe kêm dibe. Destçû jî gelek ji destkeftiyan zêdetir e.”

Dogu Ergîl destnîşan kir ku venexwendina PYDê ya bo Cinêvê bandor li Tirkiyê kir û ev yek rola Tirkiyê ya dawî bû.

“Êrê mudaxaleya Tirkiyê bandorek kir lê encamê binêrin. Cinêv pêk nehat, çima dihat xwestin Cinêv pêk bê? Li Sûriyê bila agirbestek bê ragihandin, bi vê yekê xilaskirina şer û ji nû ve avakirina Sûriyê. Pêşî çaseresiya siyasî paşî ya fîzîkî.

Temam PYD nehat vexwendin paşî çi bû? civîn bi awayekî pêk hatin ji niha pê de wê çi bibe? Aktorên herêmê wê çarenûsê kiwş bikin lê di nav wan aktoran de Tirkiye tuna be. Niha binêrîn li wir dewletek bi navê Sûriye heye. Her çend Hêj jî wekî hêza serdestî ye. Rusya heye, Îran, mîlîsên Lûbnanê yên Şîî (hîzbûllah) ku ewne wek mêvanê Rejîma Şamê li wire in û dagirkerek bêdestûr DAÎŞ heye. Emerîka jî wek serkirdeyê cihanê bi îdiaya ku ez ê terora navneteweyî têk bibim li wir e û helber rêvebirina Şamê jî bi merca ku ew ê li ser kar bimînin icaze daye Emerîka ku li dijî DAİŞê li wir têbikoşe. Hemû têkilî û biryara di navberan wan hêzan de wê encamê kiwş bike mixabin Tirkiye din av wan de nîn e.

“Erebîstan hespek şaş bû”

Tirkiye ku beşdarî vê yekê bibe hewldide digel Sûidê û Dewletên Ereban hêzekê avabike, niha ev yek xeyaleke ez bibêjim. Erebîstan hespek şaş bû ez vê bibejim. Çima? Ji ber Erebistana Sûidî heta niha li Sûriyê piştenaviya hêzên radîkal kiriye. Ji bilî vê yekê Ayetullahek Şîe kuşt û navbera xwe digel Şîeyan xirabkir.

Him jî bi bloka sunniyan li dijî realiteya Sûriyê ye. Ev ne mûmkin e. Di rewşek wiha de; him Kurd, him Şîê, Him Bexda û him jî Rûsya wê yekser şer bide destpêkirin. Ango sînora Tirkiyê ya başûrê wê vegere eniya şer.

Tirkiye ma vê yekê nabîne? Dibînê lê neçar e.”

Rewşenbîrê Tirk serhildana li Rojava wekî Başûr dibîne û her wiha îdia dike ku di demek nêz de Kurd wê statuya xwe li Rojavayê avabikin.

“Niha Kurd li wir ji bo hebûna xwe têdikoşin ev yek jî ji bo tu kesî gef nîn e, ji bo Tirkiyê jî nîn e. Têkoşîna Kurdan bi awayekî derûnî Tirkiyê aciz dike, ji ku tê ev fikre? Ya rast ji nijadperestiya Tirk  tê. Ji genan tê. Ev dere Tirkiyeye, wekî hûn dizanin ji bilî Tirkan tu kesî mafek tune ye.

Tirkiye difikre ku heger Kurd bihêz bibin wê Tirkitî têk biçe, her wiha netewe,  dewlet, millet wê hemû berhewa bibin. Ev e paranoyeke lê ev paranoyaye hêj jî bandorê li ser biryarên me yên siyasî dike. ji ber vê yekê daxwazên Kurdan bi tûnd û zorê tên sekinandin. Ev, ne çareseriye. Ev bergiriyek e, ev bergiriye wê çareseriyekê bîne? Na, heta kengê?

Kurd dîsa jî wê li cihekê serhildanekê raginînin, hûn dibînin li Iraqê dewletokek Kurdan heye. Li Suriyê tiştek çêdibe, helbet faktorên vê yekê hêsan dikin hene, niha Rêjîma Şamê di nav aloziyekê de ye. Kurd jî di nav sînorên Sûriyê de wê rêvebirinek xweserî avabikin

Niha li Rojhilatanavîn, hêzek heye ku hemû balans têk birine, li hemberî wê hêzê jî heger pêşdaraziyên we tune bin PYD têkoşînek binavûdeng dimeşîne. Me li Kobanê dît. Helbet ev yeke gelek diçe xweşiya cihanê. Di nav terora îslamî de digel jin û mêran têkoşîna Gelê Kurd ya binavûdeng heye

Ji ber wan tiştan jî Kurdan statuyek navneteweyî û baweriya cihanê bidestxistine. Her çend li Cinevê cih negirtibin jî di pêşerojê de wê xwedî rolek mezin bin û Tirkiye jî nikare çi bibêje.”

Dogu Ergîl li ser egera ku Tirkiye mudaxaleyê Sûriyê bike jî wiha dibêje;

“Di nav daristanan de davkên ku ji bo guran tên çêkirin hene, heger linge xwe bêxe,  wê di nav  de dimîne. Tirkiye jî niha di vê rewşê de ye, Tirkiye heger pêyê xwe bavêje Sûriyê wê asê mabe, ji ber ku gurgê wî li wir e. Plana vê yekê hatiye kişandin Sûriyê wê bibêje : “Tirkiyê sînorên min binpêkirin, Tirkiye dagirker e, wek nûnerê min Rusya fermo ya pêwist bike” hingê wê çi bibe? Tirkiye wê di dû eniyan de bikeve şer, yek li ser xeta Sûriyê yek jî DAİŞa ku heta niha li Tirkiyê bicih bûyî. Tirkiye wê biçe bobelata xwe.”