Efkan Ala: Tirkiyê şoreşeke bêdeng pêk anî

Wezirê Navxwe yê Tirkiyê Efkan Ala da xuyakirin ku wan têkoşîna li dij-terorê “şoreşeke bêdeng pêk anîye” û bang li partiyên opozîsyon kir ku li rexê wan cih bigrin.

K24 – Enqere

Wezirê Navxwe yê Tirkiyê Efkan Ala da xuyakirin ku wan têkoşîna li dij-terorê  “şoreşeke bêdeng  pêk anîye” û bang li partiyên opozîsyon kir ku li rexê wan cih bigrin. Partiyên opozîsyonê jî helwesta hikûmeta AKPê ya ewlehiyê bi zimanekî tund rexne kir û diyar kir ku ev bûtçe bûtçeya şer e.

Roja yekşemê li Parlamentoya Tirkiyê hevdîtinên bûtceyê ligel Wezareta Navxweyî berdewam kirin. Di hevdîtinên bûtçeyê de dihat hêvî kirin ku wê nîqaşên mezin pêk werin, lê berevajî vê yekê Wezîrê Navxwe Efkan Ala ragihandineke teknîkî kir. Ala diyar kir ku bi riya tekoşîna dij-terorê gel, ligel dewletê ketiye nava têkîliyên hê xurttir.

Efkan Ala got: “Em bi berpirsiyariyeke civakî û siyasî bi ser pirsgirêkên ku ji aliyê terorê ve hatine îstîsmar kirin ve çûn. Loma me şoreşeke bêdeng pêk aniye. Em siyasetmedarên ku bi îdiya rêvebirina vî welatî ketine rê divê ligel hev tevbigerin.”

Partiyên opozîsyonê li dijî vê daxuyaniya wezîr derketin û dengê xwe bilind kirin. Endamên komîsyonê yên partiyên opozîsyonê diyar kirin ku, Ala wek ku wezîrê welatekî din e diaxife. Herwiha endamên komîsyonê derbarê, hem derve hem jî navxweyî û bi taybetî jî li ser êrîşên PYDê xwestin ku agahiyê werbigirin.

Serokê Komîsyonê parlamenterê AKPê Sûreyya Sadî Bîlgîç ragihand ku, ev cih ne cihê bersiva van pirsan e û dem jî jê re nîn e. Piştî vê daxuyaniyê Cîgirê Koma HDPê Îdrîs Balûken mafê axaftinê xwest û Wezîrê Navxweyî bi awayekî tund rexne kir: “Ev bûtçe ya wezaretê bûtçeya şer e. Exlaq û hiqûqeke şer jî heye. Hûn dibêjin operasyon bi dawî bûne, lê belê qedexeya derketina kolanan hê jî berdewam e. Gelo hûn delîlan ji holê radikin?”

Piştî axaftina endamên partiyên opozisyonê Cîgirê Serokê Koma AKPê Nacî Bostanci diyar kir ku, ew ber bi çareseriya kêşeyê ve diçin, lê belê dîsa jî li her core rexneyên di vî warî de vekirîne. Bostancî îdia kir ku armanca wan ew e welatekî demokratîk ava bikin.

Fly Erbil Advertisment