Li Tirkiyê 158 penaber hatin girtin

Dixwestin ku bi rêyê neyasayî biçin Yonanisûtanê.

K24- Enqere

Li Erdemîta Balikesîrê hêzên asayişê 158 penaberên ku dixwestinbi 5 mînîbûsan biçin Ewropayê binçav kir.

Tîmên Cendermeyên di dema kontrolkirina rê de, ji 5 mînîbûsan biguman ket. Li ser vê yekê her 5 mînîbûs sekinandin û dest bil êgerîn û kontrola nasnameyan kir. 

Derket holê ku di wan mînîbûsan de, 158 penaber hene ku dixwazin bi rêyên îllegal derbasî Girava Midilli ya Yûnanistanê bibin. Di nava penaberan de, 64 Sûrî, 58 Pakistanî, 15 Bangladeşî, 12 Efxanî, 8 Iraqî û kesekî Kenyayî hebû.

Li Tirkiyê bi mîlyonan penaber hene ku dixwazin biçin Ewropayê. Lê belê ji ber nikarin bi rêyên fermî biçin serî li rêyên îllegal didin. Her wiha piraniya wanh ewl didin ku ji ser deryayê derbasî Ewropayê bibin. Ji ber vê yekê heta niha gelek keraset pêk hatine û bihezaran penaber di deryayê de xeniqîne.