Enqere: 14 kes ji ber teqînê hatin binçavkiririn
Ji encama teqînê 28 kesan canê xwe ji dest dan û 61 kes jî birîndar bûn.
K24- Enqere
Piştî teqîna li Enqerê, di operasyoneke hemdemî ya li 7 bajaran 14 kes hatin binçavkirin.
Doh saet di 18:00an de li dijî otobasên leşkerî, bi otomobîleke bombebarkirî, êrîşek pêk hat û di encamê de, 28 kesan canê xwe ji dest dan û 61 kes jî birîndar bûn.
Serokwezîrê Tirkiyê Ahmet Davutoglu bi daxuyaniyekê idîa kir ku, kêsê êrîş pêk aniyê hemwelatiyekî Sûriyeyê bi navê Salih Necar e ku li Hesekê jidayikbûye.
Piştî vê yekê hêzên ewlekariyê li Enqerê, Edenê, Bolu, Tekîrdag, Îzmîr, Stenbol û Diyarbekirê operasyon da destpêkirin û 14 kesên bi Salih Necar re têkildar binçav kir