CHP: Teqîn ji ber xemsariya hikûmetê çêbûye
Di teqînê de 28 kesan canê xwe ji dest daye.
K24- Enqere
Parlamenterê CHPê yê Stenbolê, Eren Erdem ęşkere kir ku, di 20 Çileya borî de raporek hatibû belav kirin ku, dê teqîn li Enqereyê çê bibe, lê hikûmet bi erka xwe nerabû.
Erdem bangî hikûmetê kir ku erka xwe bicih bike û îdia kir ku çalakiya li Enqerê berê dihate zanîn û derbarê vê yekê de raporek hatibû stendin.
Erdem got di raporê de, agahî hebûn ku DAIŞ û PYD wê li Enqerê çalakiyan lidar bixe û wiha axivî: “Cihê ku rapor bo wê hatiye şandin, Fermandariya Hêzên Esmanî û Deryayî ya li Yeşilyurta Stenbolê ye. Di raporê de, tê gotin ku DAIŞ di amadekariya êrîşên terorî yên li dijî cihên terorî yên Tirkiyê de ye.”
Li gor wî parlamenterê CHPê jî “Di raporê de, hatiye destnîşankirin ku PYD jî di amadekariya êrîşên bi vî rengî de ye. Piştî raporê 17 rojan ev êrîş li Enqerê pêk hat. Çima kesên istixbarata vê êrîşê dan, bergirî negirtine. Hin kes derdikeve û dibêjin kêmasî nîn e. Bila tu kesî nexapînin.”