Li Diyarbekirê 2 leşker û polîsek hatin kuştin
Li Bakurê Kurdistanê navçeya Sura Diyarbekirî 3 endamên hêzên ewlekariya Tirkiyê hatin kuştin.
K24 – Diyarbekir
Li Bakurê Kurdistanê navçeya Sura Diyarbekirî 3 endamên hêzên ewlekariya Tirkiyê hatin kuştin.
Li gor ragihandina Serekaniya Tirkiyê îro berbangê li bajarê Diyarbekirê navçeya Surê di navbera endamên Yekineyên Parastina Sivîl (YPS) û hêzên ewlekariyê de şer derketiyê. Di encam de 2 leşker û polîsekî canê xwe ji dest dane.
Doh li ser rêya Çewlik-Diyarbekirê nêzîkê Baregeha Mermer a Cendermeyan, dema otomobîla leşkerî derbas dibû teqînêk çêbûbû. Derbarê bûyerê de Sererkaniya Tirkiyê ragihandibû ku di wê teqînê de 6 leşkeran canê xwe ji dest dane û yek jî birîndar bûye.
Her heman rojê li navçeya Hezexê leşker û polîsek hatibûn kuştin. Li Hezexê 3 û li navçeya Surê jî ev 80 roj in ku qedexeya derketina derva û operasyonên berfireh didomin.