Dadgeha Fedral a Îraqê daxwaza hilweşandina Parlamentoya Kurdistanê red kir
Navenda Nûçeyan (K24) – Dadgeha Bilind a Fedral a Îraqê di rûniştina xwe ya îro de gilînameyeke Elî Heme Salih li ser nedestûrîbûna berdewamiya gera şeşê ya Parlamentoya Kurdistanê red kir, piştî ku rûniştina berê bo vê dîrokê hatibû paşxistin.
Dadgeha Bilind a Fedral a Îraqê îro Duşem, 26ê Cotmeha 2026ê, gilînameyeke endamê gera berê ya Parlamentoya Kurdistanê Elî Heme Salih li dijî serokê temen ê Parlamentoya Kurdistanê red kir, ku tê de daxwaz kiribû ku biryar li ser nedestûriya berdewambûna gera şeşê ya Parlamentoya Kurdistanê bê dan.
Ew gilînameya ku hejmara “211/Îttîhadî/2026” li ser hebû û berê rûniştina roja 20ê Îlona 2026ê bo îro hatibû paşxistin, di rûniştina îro de hate yekalîkirin û dadgehê red kir ku berdewambûna vê gerê nedestûrî be û rêkxistina şûnwarên qanûnî red kir.
Elî Heme Salih wekî gilîker di gilînameya xwe de daxwaz kiribû ku dadgeh hikûmet û aliyên peywendîdar neçar bike ku biryarekê bo bidawîanîn an jî dubare nirxandina destûrî ya mana Parlamentoya Kurdistanê di gera wê ya şeşê de derbixin, ligel li-ber-çav-wergirtina tevaya şûnwarên qanûnî li gorî destûrê Îraqê.
Biryarên Dadgeha Bilind a Fedral a Îraqê di derheqa qanûnîbûn û destûrîbûna dezgehên Herêma Kurdistanê de bandoreke rasterast li ser proseya siyasî û qanûnî ya Herêma Kurdistanê dikin.