Parlamenterên Kurd Ebadî “dikşînin lêpirsînê”
Dê çend pirsên taybet bi guhertinên li nava hikûmetê û pirsgirêkên ligel Hewlêrê gotûbêj bikin.
K24- Navenda Nûçeyan
Parlamenterên Kurd ji bo mebesta lêpirsînê, Serokwezîrê Iraqê, Heyder Ebadî “dikşînin Parlamentoya Iraqê.”
Parlamenterê Kurd li Bexdayê, Ferhad Qadir ji BasNewsê re ragihand ku, ‘’Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî vexwendine rûniştina li Parlamentoya Iraqê, ji bo wêneyekî giştî derbarê gohertinên di kabîneya hikûmetê de çêbikê aşkera bike û pêşkêşî parlamentoyê bike.’’
Ferhad Qadir diyar kir jî ku ‘’Parlamentoya Iraqê di vê rûniştinê de wê lêkolînê li ser wan wezaretan bike ku biryar e Ebadî wan biguhere.’’
Herwaha navborî amaje bi kir jî ku, dê Frakesyonên Kurdistanî çend pirsên teybat bi pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê der di civîna parlamentoyê der derxînin holê.
Beriya niha Ebadî di hevpeyvîneke televîzyonî de gotibû ku, ew amade ne mûçeya fermanberan bişînin “Eger Herêma Kurdistanê petrola xwe radestî Bexdayê bike.”