Li Nisêbînê jinek bû armanca guleyan
Li Bakurê Kurdistanê şer û alozî berdewam e. Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê jinek bi navê Dilşah Ak a 59 salî bû amanca guleyan û canê xwe ji dest da.
K24 - Mêrdîn
Li Bakurê Kurdistanê şer û alozî berdewam e. Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê jinek bi navê Dilşah Ak a 59 salî bû amanca guleyan û canê xwe ji dest da.
Dilşah Ak doh ku dixwest here serdana mala xwîşka xwe, li nav kolanan bû amanca guleyan û guleyek jî li serê wê ket. Piştî bûyerê xalkê taxê û ambûlans gehiştin ser cihê rûdanê lê Dilşah Ak nehate rizgarkirin.
Herwiha Serokê Şaredariya Nisêbînê Cengîz Kok jî li cihê bûyerê lêkolîn kirin. Termê Ak ji bo otopsiyê rakirin nexweşxaneya Nisêbînê.
Heta niha jî nayê zanîn ka Dilşah Ak ji ber çi û ji aliyê kê ve hatiye kuştin. Li navçeyê ev demeke ji ber pevçûnên di navbera hêzên ewlekariya Tirkiyê û endamên Yekîneyên Parastina Sîvîl (YPS) de, alozî heye.