Tirkiyê bi gumana êrîşa Enqerayê 21 kes girtin
Roja Çarşema borî teqînek li Enqerayê çêbû, tê de 28 kesan cane xwe ji destan û 61 kesên din jî birîndar bûbûn
K24-Navenda Nûçeyan
Hêzên Ewlehiya Trikiyê, 21 kes bi gumana beşdarîkirin di êrîşên Enqerayê de, ji bajarê cuda yên Tirkiyê girtin.
Derbarê derbarê girtina wan kesan Dad a Tirkiyê ragehand ku, di van her du rojên borî de, bi gumana beşdarîkirin di êrîşên ku li Enqerayê hatibûne kirin, Hêzîn Ewlehiya Tirkiyê, 21 kes girtin, da zanîn ku, ew 21 kesên hatine girtin ji bajarên cûda yên Tirkiyê ne.
Roja Çarşema borî teqînek li Enqerayê çêbû, tê de 28 kesan cane xwe ji destan û 61 kesên din jî birîndar bûbûn, Tirkiyê PYDê bi teqînê tohmetbar kirbû lê PYdê ew tohmet redkir bû, lê bazên Azadiya Kurdistanê jî berpirsyaretiya xwe ji wê teqînê re ragehanbû.