Di sê rojan de 962 penaber hatin rizgarkirin

Tîmên Hewarhatina Deryayî yên Tirkiyê di 3 rojên borî de 962 penaber li Derya Ege rizgar kirin. Piraniya penaberên hatine rizgarkirin jî xelkê Sûriye, Rojava û Başûrê Kurdistanê ne.

K24 – Navenda Nûçeyan

Tîmên Hewarhatina Deryayî yên Tirkiyê di 3 rojên borî de 962 penaber li Derya Ege rizgar kirin. Piraniya penaberên hatine rizgarkirin jî xelkê Sûriye, Rojava û Başûrê Kurdistanê ne.

Tîmên Hewarhatina Deryayî yên Tirkiyê di rojên 16-17 û 18ê Sibatê de li deverên cûda yên Derya Egeyê 962 penaberên ku dixwestin ji Tirkiyê herin Yûnanîstanê, rizgar kirin.

Lı gor amarên Tîmên Hewarhatina Deryayî roja 16ê Sibatê 378 penaber, roja 17ê Sibatê 126 û roja 18ê Sibatê jî 422 penaber li sînorê bajarên Aydin, Mûgla, Çanakkale, Balikesîr û Îzmîrê hatine rizgar kirin.

Ji penaberên hatine rizgarkirin 626 kes xelkê Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê ne. Herwiha ji Iraq, Efganîstan, Pakistan û Erîtreyê jî penaber hene.

Ji bo gehiştina Ewropayê, Derya Ege rêya sereke ya penaberan e. Tirkiyê piştî peymana ligel Yekîtiya Ewropayê ya derbarê penaberan de li hember rêyên qaçax ên penaberan tedbîrên xwe tundtir kirine.