Yuropl: 5 hezar terorist vegerîyan Ewrupayê.

Serokê polîsên Yekêtîya Ewrupayê (Yuropol) ragehand: 5 hezar Terorîstên rahînayî ji Rojhelata Navîn ve geryane Ewrupayê

K24- Hewlêr

Serokê polîsên Yekêtîya Ewrupayê (Yuropol) ragehand: 5 hezar Terorîstên rahînayî ji Rojhelata Navîn ve geryane Ewrupayê.

Rob Waynrayt, serokê polîsên Yekêtîya Ewrupayê (Yuropol) ragehand: Zêdetir ji 5 hezar şervanên rahînayî ji alîyê Daişî û rêkxistîyên dinên teroristî vegeryane Ewrupayê û bi vê yekê jî egera rûdana hêrişên teroristî li Ewrupayê gelek  zêdetir dibe.

Rob Waynrayt dibêje jî: Hinek ji ew kesên vegeryane, xwedîyê nasnameyên welatên Ewrupayîne. Piştî temamkirina meşq û rahînanê ji Rojhilata Navîn vegerîyane Ewrûpayê û pişkeke din jî xwe xistine  di nav koçberan û bi vê rêyê hatine Ewrupayê.

Serokê Polîsên Yekêtîya Ewrupayê  amaje bi wê yekê jî da ku 700 birîtanî çûne bo enîyên şerr li Îraq û Surayê. Nêzkî 350 kesan ji wan vegerîyane Birîtanîa bi vê yekê jî ev welat û welatên dinên  Ewrupayê rûbirûya mezintirîn gefan dibin ku ji deh salên bûrî ve, Ewrupa hevrûşî van gefên mezin nebûye.

Herweha Rob Waynrayt dibêje: Daiş bi merem van cihan dike armanc heya ku zedetirîn hevwelatîyan bike armanc û qûrbanî.

Piştî serhildana rêkxistîya Daişê li Surya û Îraqê bi sedan kes ku hilgirê nasnameyên welatên Ewrûpayêne peywendî bi rêzên Daişê kirine li Îraq û Sûryayê.

 

Jêder- AFP: