"Hemû nirx û pîvanên miletekî di ziman de ye"
Îro 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayîkê ye. Li Bakurê Kurdistanê, perwerdeya bi Kurdî kula mezin a Kurda ye.
K24 - Diyarbekir
Îro 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayîkê ye. Li Bakurê Kurdistanê, perwerdeya bi Kurdî kula mezin a Kurda ye. Perwerdeya Kurdî qels e û di serdema niha de jî, ji ber astengiyên li pêş Kurdî û bê derfetî nifşên nû yên Kurd zimanê xwe nizanin û tên bişaftin. Lê di çend salên dawî de, li gor pêwistiyê ne bes be jî bi derfetên taybet perwerdeya Kurdî tê dayîn.
Koleja Dicle-Firatê, ji destpêka damezrandina xwe de ku 5 sal e xizmeta perwerdê dide, perwerdeya Kurdî jî dide xwedekarên xwe. Li Dicle-Firatê di destpêkê de, Kurdî, Tirkî û îngilîzî tên fêr kirin, di polên dewî de jî bi wan zimanan fêrî zanistî, felsefe, erdnigarî û dîrokê dibin.
Ev zarok jî xwendekarên pola beriya dibîstanê ne. Pola van zarokan ku wek pola sterk hatine bi nav kirin jî li gor temenê wan hatiye amade kirin û alet û amûrên perwerdeyê jî herwiha hetine dariştin û hunandin.
Hinek ji zarokan dibêjin li malê bi Kurdî dipeyîvin, lê malbatên hinekan ji wan jî bi Tirkî. Mamosteya Kurdî Leyla Eren di vê derbarê de wiha dibêje: "Eger ku malbat li ser ziman baldar nebin û bi Kurdî nepeyîvin, perwerdeya me jî nikare bi hêjayî bigihê mebesta xwe." Mamoste Leyla, bale dikşîne ser wê yekê ku hemû nirx û pîvanên miletekî di ziman de ye.
Sekreterê Giştî yê Komelaya Zimanê Kurdî KURDÎ-DERê Nûrî Aydogan jî, bi mebesta roja zimanê dayîkê da zanîn ku yek dibîstaneke ji aliyê dewletê ve ji bo perwerdeya Kurdî nehatiye vekirin û hinek dibîstanên ku welatî bi derfetên xwe vekirine jî ji aliyê dewleta Tirk ve hatine mohr kirin.
Kurdên li Bakurê Kurdistanê perwerdeya bi Tirkî dibînin, di hinek dibîstanên resmî de dersa zimanê Kurdî wek dersa bijarte tê dayîn. Lê ji ber ku derfetên perwerdeya bi Kurdî gelek kêm in, bişaftina nifşên Kurdî didom e.