Demîrtaş: PYDê kevirek jî navêtiye Tirkiyê
Hevserokê HDPê Selahedîn Demîrtaş, helwêsta Serokkomarê Tirkiye Recep Tayîp Erdogan û Serokwezîr Ehmed Dawudoglu ya derbarê terorîzekirina PYD û YPGê bi awayekî tund rexne kir.
K24 - Diyarbekir
Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahedîn Demîrtaş, helwêsta Serokkomarê Tirkiye Recep Tayîp Erdogan û Serokwezîr Ehmed Dawudoglu ya derbarê terorîzekirina PYD û YPGê bi awayekî tund rexne kir.
Demnîrtaş got; Tirkiyê bi piştevaniya Salih Muslim û YPGê Tirba bapîrê Tirkan Şah Îsmaîl veguhestiye sînorê Tirkiyeyê , eger dê DAIŞê tirba wî têk bida û niha jî ew tirb di bin kontrola PYDê de ye.
Hevserokê HDPê Selahedîn Demîrtaş, beşdarî Konferansa Piştevaniya Partiyên Çep ên Ewropayê Bi Gelê Kurd re bû. Dayîka Rozerîn Çukur a 16 salî, ku li navçeya Sûrê canê xwe ji dest dabû Fahriye Çukur, bi hêstirên çavan xema dilê xwe bi Demîrtaş re parve kir.
Demîrtaş, nerazîbûna xwe derbarê gotinên li hemberî PYD û YPGê de jî anî ziman û got: “Ma wan li Enqere û Stenbolê bi Hevserokê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim re hevdîtin nekirin? Ma we behse çi kir? Ji aliyê PYDê ve guleyek an jî kevirek jî ber bi Tirkiyeyê ve nehatiye avêtin. Lê belê her roj hûn wê derê topbaran dikin.”
Hevserokê HDPê Demîrtaş, ragihand ku, “Komkujiyên li Sûr û Cizîrê êdî ne tenê pirsa Kurdan e lê belê ew êdî pirsa Ewrûpa û Emerîqayê ye jî. Divê her kes derbarê helwêsta Tirkiyê de nerazîbûnê nîşan bide.”