Pêşveçûnên HSD li başurê Hesekê berdewam in

Di 16ê vê mehê de, Hêza Sûriyê ya Demokratîk(HSD) dest bi rizgarkirina bajarokê Şedadê kirbû di 19ê vê mehê de jî ew bajarok kontirolkir.

K24-Navenda Nûçeyan

Piştî rizgarkirina bajarokê Şedadê, Hêza Sûriyê ya Demokratîk(HSD) nêzîkî bajarokê Mergede dibin, niha jî şer û pevçûn li wî  bajarokî di navbera wan û çekdarên DAIŞê de berdewam e.

Derbarê vê mijarê de peyamnêrê K24ê li bajarê Qamişlo ragehand ku, Hêzên Sûriyê ya Demokratîk(HSD) di pêşveçûnên de ne, niha ew nêzîkî bajarokê Mergede bûne ku, bi 35 kîlometreyan dûrî bajarokê Şedadê ye. Da zanîn ku şer û pevçûn heta niha berdewamin bi mebesta kontirolkirina wî bajarokî ji aliyê HSD ve.

Di 16ê vê mehê de, Hêza Sûriyê ya Demokratîk(HSD) dest bi rizgarkirina bajarokê Şedadê kirbû di 19ê vê mehê de jî ew bajarok kontirolkir.