8 ciwanên Rojava li Silopî kuştî hatin dîtin
Malbatên wan ciwanan, bang li hemû dezgeh û rêxistinên mirovî dikin ku, alîkariya wan bikin daku sedemên kuştina wan ciwanan were zanîn û termên wan jî were veguheztin bo Rojavayê Kurdistanê.
K24-Navenda Nûçeyan
Ciwanê Kurd Beha Cemîl ji bajarê Qamişlo li gel 7 kesên din, dema ku dixwestin ji başurê Kurdistanê derbasî Bakurê Kurdistanê bûn hatin binçavkirin, piştî pênc rojan li nexweşxaneya Silopî hatin dîtin û her heşt ciwan bi guleyan kuştî bûn.
Derbarê kuştina wan ciwanênKurd, xezûrê Beha Cemîl bi rêya telephone wiha ji K24ê re got: "Berî du rojan naxweşxaneya Silpî telefona min kir û ez bi kuştina wan 8 ciwanên Kurd bi rêya guleyan agehdarkirim."
Malbatên wan ciwanan, bang li hemû dezgeh û rêxistinên mirovî dikin ku, alîkariya wan bikin daku sedemên kuştina wan ciwanan were zanîn û termên wan jî were veguheztin bo Rojavayê Kurdistanê.