Li Silopî û Cizîra Şirnexê 167 kes hatine kuştin
Maseya Krîzê ya ku ji aliyê DBP û HDPê ve hatiye pêkanîn, li ser rewşa termên li Silopî û Cizîra navçeyên Şirnexê ragihand ku heta niha 167 cangorî hatine tespît kirin, lê hêjmara cangoriyan dibe ku ji 200 kesî jî zêdetir be.
K24 - Diyarbekir
Maseya Krîzê ya ku ji aliyê Partiya Heremên Demokratîk (DBP) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ve hatiye pêkanîn, li ser rewşa termên cangoriyên li Silopî û Cizîra navçeyên Şirnexê ragihand ku heta niha 167 cangorî hatine tespît kirin, lê hêjmara cangoriyan dibe ku ji 200 kesî jî zêdetir be.
Endama Rêvebiriya Giştî ya DBPê Ayşegul Çoban, da zanîn ku rayedarên dewletê, destûra xwe jî binpê dikin û bi hewldanên cuda naxwazin komkujya ku li Cizîr û Silopyayê kirine aşkere bibe. Çoban got ku heta niha bi tevahî 30 cenaze hatine veşartin û 137 cenaze hê jî li Riha, Dîlok, Mêrdîn û Şirnexê bi hêviya veşartinê ne.
Herwiha diyar kir ku hatiye piştrastkirin, li Şirnexê 3 cenaze bê ku bên teşhîs kirin hatine veşartin û şika wan heye gelek cangorî bi wî rengî hatibin veşartin. Ayşegul Çoban, anî ziman ku 65 cenaze nayên nas kirin û divê DNAyên wan bên teşhîs kirin.
Bang jî li malbatan kir ku bêyî agahiya Maseya Kirîzê bawerî bi agahiyên din neyînin. Li Cizîrê 71 roj e ku qedexe didome, li Silopiyê jî qedexe hatibe rakirin jî rewşa awarte berdewam e. Li Hezexa Navçeya Şirnexê jî ev 6 roj e ku qedexe hatiye ragihandin û berdewam e.