Sefin Dizeyî: Eger PKK berdewam be, Hikumeta Herêmê bi kirdar bersiva wê dê bide.
Gotebêjê Hikumeta Herêma Kurdistanê ragehand: Rewşa Îraqê û Rojhilata Navîn bi giştî rewşeka tengij hembêze û Herêma Kurdistanê jî ku pişkeke ji Îraqa Fîdral bê behir nebûye ji wan tengijeyan.
K24- Hewlêr:
Gotebêjê Hikumeta Herêma Kurdistanê ragehand: Rewşa Îraqê û Rojhilata Navîn bi giştî rewşeka tengij hembêze û Herêma Kurdistanê jî ku pişkeke ji Îraqa Fîdral bê behir nebûye ji wan tengijeyan.
Sefî Dizeyî gotebêjê Hikumeta Herêma Kurdisatnê li axivtinên xwe di pirograma Hevpeyvîn de bo Kurdistan24 got: Serxwebûna darayî û abûrîya Herêma Kurdistanê tenê bi serxwebûna Kurdistanê dibe, ji bo ku sîyaseta darayî li gor destûra Îraqê pişkeke ji serwerîyê. Lew hikumeta Herêmê di vê çarçoveyê de nikare hinek pêngav bihavêje.
Li ser hevbendîyên Herêm û Bexdayê û axivtinê Heyder Ebadî serok wezîrên Îraqê; Dizeyî got: Me ezmûnek heye li gel Bexdayê , piştî çend serdanêm me bo Bexdayê li 2/12/2014 me rêkkevtinek li gel Bexda encamda û ji alîyê Civata Wezîran ew rekkevtin hat musadeqe kirn û dûv re jî li perlemanê deng li ser hatdan. Li gor wê rêkkevtinê hikumeta herêmê berhema xweya petrolê radestê Kompanyaya Somoyê dike, li hember wê yekê jî, Îraq şehnên darayîyên herêmê dê bide û li gor wê, pêdivî bû Bexda mehane yek milyar Dolar bide Herêmê; lê Bexdayê tenê 400 milyon dolar şand. Heya me pêşnyaz kir ku hemû petrola Kurdistanê radestê wan bikin, lê Ebadî got: Em di baştirîn rewş de dikarîn tenê 400 milyon doalaran bidin Herêmê. Li ser evê yekê jî daxuyanbameya hikumeta Herêmê xuyaye û dibêje Ebadî û Bexdayê: kerem bike ev erd û ev gez.
Herweha got: Hikumeta Bexdayê, ji meha Subata/2014 wezîrê darayîyê bi me re got: Me budceya Herêmê birrîye bi birayara serok wezîrên Îraqê û serkirdeyê Hêzên Çekdar . bê ku di civata wezîran de behis bihê kirn. Anku li Bexdayê biryarên takrew heye. Kiltûr û rêbaza şovînîyê hêj zal û baladeste li ser şêwaz û hizirkirin a desthilatdarên Bexdayê û di rêvebirinê de.
Herweha got: Cudahîya me wek hikumeta Herêmê û xelkê Kurdistanê li gel bexda eve. Herêma Kurdistanê û xelkê Kurdistanê bihayê mirovanîyê û bi hevere jîyanê dizane çîye, lê Bexda nizane. Lewma jî xelkên Îraqê penayê dihînin ber Kurdistanê û li vir dijîn.
Her li ser Bexdayê û pirsa pereyên dexlûdanên cotkarên Kurdistanê, got: Cihê daxêye li Îraqê her Tişt hatîye bi sîyasetkirin , herçende evêmijarê ti hevbendî bi hikumeta Herêma Kurdistanê ve nine, lê hikumeta Bexdayê ev dû salin pereyên cotkarên Kurdistanê nade. Ev jî weha dike cotkar êdî çandinê neke û dest ji cotkarîyê berde.
Li ser hêrişa PKK li 17yê vê mehê û teqndina borîyên hinartina gaz ûpetrola Kurdistanê, Sefîn Dizeyî got: Cihê daxêye , ev ne cara yekêye PKK van karên destdirêjîyê dike ser qûta Xelkê. Divê bi rûhnî û zelalî em bêjîn: Sîyaseta PKK divê bwarê de sîyaseteka şaşe. Daxuyannameya wan li ser wê yekê ku ew dê Borîyên a gaz a Herêmê biteqînin, sîayeteka şaşe û divê PKK careka din ji xwe binere. Ev çend roje petrol nahê şandin û renge demek dirêjtir jî bivê ku zîyanek mezin digehîne xelkê Kurdistanê.
Di bersiva pirsyarekê de; Erê pirojeya Herêma kurdistanê bo şandina gazê dê berdewam be yan piştî gefên PKKyê dê biweste? Gotebêjê Hikumetê got: Piroje dê berdewam be û gefên PKK me naragire. Me ji bo dabînkirina darayî û mûçeyên xelkê pêdivî bi şandin a gaz û petrolêyeye . Eger PKK Sinûrê bidane ev maykirineka zelale di karûbarê hindûrîyên Hikumeta Herêm a Kurdistanê û zîyan digehîne xelkê Kurdistanê. Eger ew weha hizir bikin ev li berjewendîya xelkê Kurdistanê, ew şaşin û ev ne li berjewendîya xelkê Kurdistanêye û ne li berjewendîya wane jî û sîyaseteka neduriste. Em hîvîdrin PKK destberdarê evcorê sîyasetê bin. Herweha got: Eger PKK berdewambe li ser vê yekê, Hikumeta Herêma Kurdistanê dê bersiva PKKê bi kirdar bide.