Li bajarên Kurdan hejmara polîsan tê zêdekirin

Rêveberiya Giştî ya Ewlehiya Tirkiyê hejmara Polîsên Operasyona Taybet zêde dike. Li gorî biryarê 4 hezar endamên nû tên wergirtin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Rêveberiya Giştî ya Ewlehiya Tirkiyê hejmara Polîsên Operasyona Taybet zêde dike. Li gorî biryarê 4 hezar endamên nû tên wergirtin.

Piştî şerê giran ê kolanan li bajarên Bakurê Kurdistanê biryara zêdekirina hêzên ewlehiyê hate wergirtin. Hikûmetê biryar da ku 4 hezar ciwanan bo polîstiya operasyonên taybet bên damezrandin.

Li gorî ragehandina Rêveberiya Ewlehiya Giştî ya Tirkiyê, kesên ku serlêdanê bikin divê temenê wan ne zêdeyî 30 sal be.

Ji ber dirêjbûna şerê kolanan hikûmeta Tirkiyê destûr da ku artêş bi alavên giran û tankan bikeve kolanan. Hê berê jî biryara zêdekirina serbazên pîspor û cerdevanan hatibû wergirtin.

Ji aliyekî din îro li navçeya Sûra Diyarbekirê di navbera hêzên ewlekariya Tirkiyê û şervanên Yekîneyên Parastina Sivîl de şer derket û di encam de leşkerekî cane xwe ji dest da. Herwiha operasyonên li navçe û bajarên Bakurê Kurdistanê jî berdewam in.