K24 Taybet..Keça Siwêdî çîroka çûna xwe bo nav DAIŞê dibêje

Hêza Anti-teror roja 17ê Sibatê ew rizgar kiriye.

https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/2e8a77ab-61c4-4084-a6e0-6b068f2bbef9/Kchi%20Swedi%20Rizgarbu11.ism/manifest

K24- Hewlêr

Keça Siwêdî ya ku Hêza Anti-teror ya Kurdistanê ew ji dest DAIŞê rizgarkiriye, çîroka çûna xwe bo nav çekdarên radîkal ji K24ê re dibêje.

Hêza Anti-teror a Herêma Kurdistanê roja 17ê Sibatê keça Siwêdî ya temen 16 salî bi navê Merlin Stephanie Nniferlaan ji sedt çekdarên DAIŞê rizgar kiribû, ew bi xwe jî xelka navçeya Boråsê ye.

Merlin taybet ji K24ê re behsa çîroka çûna xwe bo nav DAIŞê dike û wiha dibêje: “Di naverasta sala 2014an de min dev ji xwendinê berda, min xortekî bi regez Ereb nas kir, ji min re behsa Islam û DAIŞê dikir, min ne tiştek li ser Islamê dizanîbû û ne DAIŞê. Piştire ji min re got emê herin nav DAIŞê, mi jî got bila.”

Herwiha Merlin behsa rêya ku tê re gehiştiye nav DAIŞê dike û wiha dibêje: “Di Gulana 2015an de em bi tirênê ji Siwîdê çûn Denîmarkê, ji wê de jî bo Almanya û piştire Bulgaristanê, ji wê de jî em çûn Gazîentabê li Tirkiyê û em çûn Sûriyê tevlî DAIŞê bûn.”

Merlin ku niha temenê wê 16 sal e diyar dike jî ku, dema gehiştin Sûriyê “çekdarên DAIŞê em ligel hejmarek jin û zilamên din bi basekê birin Mûsilê, dema em gehiştin Mûsilê, xaniyek dane me, lê ne av lê hebû û ne jî elektrîk, jiyanek gelek dijwar bû, tam jî ji jiyana li Siwêdê cuda bû. Ez jî berdewam bi tenê dirûniştim.”

Li ser çawaniya rizgarkirina xwe jî, Merlin wiha tîne ziman: “Rojekê ez bi rêya telefonê bi dayika xwe re li Siwêdê axifîm, min hawara xwe gihandiyê de da ku min rizgar bike. Wê jî pêwendî bi hikûmeta Siwêdê re kir, hikûmetê jî daxwaz ji Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê kir ku min rizgar bikin.”

Piştî wê yekê, Hêza Anti-teror li deşteke ser bi Mûsilê ve, di operasyoneke taybet de, Merlinê ji nav destê çekdarên DAIŞê rizgar dikin.

Merlin niha li Hewlêrê ye, ew spasiya Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê dike û daxwaza wê ew e ku, biçe nav malbata xwe li Siwêdê.