HNKS piştgiriy her şaneke Kurdî dike

Hevpendiya Niştimanî ya Kurd ji partiyên ku ne di Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê de ne, herwiha alîgirê Rêveberiya Xweser in.

https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/b3440275-1f96-4f6b-8e24-c20d11a81366/cinev-qamislo2.ism/manifest

K24-Qamişlo

Partiyên Hevpeymaniya Niştimanî ya Kurd li Sûriya (HNKS) ragehandin ku, ewê piştgiriya her şandeke Kurd ku beşdariyê di danûstandinên Navdewletî de bikin, dikin.

Derbarê vê mijarê de Endamên Serkirdayetiya Hevbendiya Niştimanî ya Kurd li Sûriyê Mistefa Meşayix ji K24ê re wiha got: “Beşdariya Kurdan di danûstandinên Cenêvê de û bergiriya wan ji mafê gelê Kurd re, nayê wê wateyê ku em ne Sûrî ne. Em weke Kurd beşek ji gelê Sûriyê, em kar dikin.

Meşayix da zanîn ku ew weke hevbendiyê dê piştgiriya her şandeke Kurdî di danûstanidnên Cenêv3 de beşdar bin, bikin. Diyar kir jî ku hebûna şandeke Kurdî nûneratiya gelê Kurd li rojavayê Kurdistanê bike, giring e.

Hevpendiya Niştimanî ya Kurd ji partiyên ku ne di Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê de ne, herwiha alîgirê Rêveberiya Xweser in.