"PYDê bêwijdaniyê beramberî Hikûmeta Kurdistanê dike"
Wek tê zanîn ku, eve meheke deriyê sînor Pêşxabor yê di navbera Başur û rojavayê Kurdistanê ji aliyê PYDê ve hatiye girtin.
K24 - Navenda Nûçeyan
Rêveberê deriyê sînor ê di navbera Başûr û Rojavayê Kurdistanê de Şewket Berbiharî ragehand ku, ew nûçeyên ku Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) di ragehandina xwe de belav dike, ku Herêma Kurdistanê astengiya li pêş derbasbûna alîkariyên mirovî bo Rojavayê Kurdistanê dike, ti binhega wê nîne û ne rast in.
Derbarê girtina deriyê sînor ê di navbera Rojava û Herêma Kurdistanê ji aliyê PYDê Rêveberê deriyê sînor ê di navbera Başûr û Rojavayê Kurdistanê de Şewket Berbiharî di kongreyeke çapemeniyê de wiha got: "Birastî cihê daxê ye ku ev sere mehekê ye PYDê deriyê sînor ji aliyê xwe ve girtiye, di nav ragehandina xwe de jî dibêje, ku Herêma Kurdistanê astengiya li pêş derbasbûna alîkariyên mirovî bo Rojavayê Kurdistanê dike, ti bingeha van nûçeyan nîne û ew nûçe jî ne rast in."
Berbiharî diyar kir ku, ewa PYDê dike newijdaniyek e beramber hikûmeta Kurdistanê dike, herwiha bêwefadariyek e jî.
Wek tê zanîn ku, eve meheke deriyê sînor Pêşxabor yê di navbera Başur û rojavayê Kurdistanê ji aliyê PYdê ve hatiye girtin.