Rewşenbîrên KerkûKê ji vekirina Navenda Çanda Îmam Xumeynî nerzîne .
250 nivîskar û rewşenbîr û rojnamevanên bajarê Kerkûkê li hember vekirina navenda çanda Îmam Xumeynî li bajarê wan û giringî nedan û piştguhkirina çanda Kurdî, qewişîneka nerazîbûnê encamdan.
K24- Hewlêr:
250 nivîskar û rewşenbîr û rojnamevanên bajarê Kerkûkê li hember vekirina navenda çanda Îmam Xumeynî li bajarê wan û giringî nedan û piştguhkirina çanda Kurdî, qewişîneka nerazîbûnê encamdan.
Di qewişînê de daxuyanameyeka nerazîbûnê hat vexwîndin û nîgernîyên xwe derbirîn li hember rêveberîya Kerkûkê bo guhnedana wan bi kiltûra Kurdî û vekirina Navenda Çanda Îmam Xumeynî li bajarê wan.
Ewê qewşen, vekirina evê navendê bi belavkirina kiltûra dagîkarîyê û dijminahîya huner dan zanîn.
Herweha daxwaz kirn ku li şûna belavkirina kiltorê Îranî baştire giringîyê bi kiltûra Kurdî bidin û ew navenda ku bi navê rewşenbîrên bajarî hatîye duristkirin û 4 salin temam bûye, bixin xizmeta rewşenbîr û hûnermendên bajêrî.