Iraq “nahêle” alîkariyên navdewletî bigihin Şingalê
Almanyayê barek ji pêwîstiyên serekî wek alîkarî ji Şingalê re şandine.
K24- Şingal
Qayimqamê Şingalê ragihand ku, hikûmeta Iraqê nahêle ku alîkariyên navdewletî bigihin dest wan.
Di daxuyaniyeke taybet ji K24ê re, Qayimqamê Şingalê, Mehma Xelîl got ku, wan çendîn car daxwaz ji Almanyayê kiriye ku alîkariyan ji wan re bişîne, dawiyê jî ew daxwaza wan hat cîbicîkirin.
Li gor Mehma Xelîl, Almanyayê çend pêwîstiyên serekî, ku nexweşxaneyên gerok jî di nav de hene, ji Şingalê re şandine, niha jî ew alîkarî li wî aliyê dergehê sînorî yê Ibrahîm Xelîl hatine ragirtin û Wezareta Tenduristî ya Iraqê jî tekez dike ku, divê destpêkê ew alîkarî herin Bexdayê.
Xelîl anî ziman jî ku, ji bo çareserkirina wê pirsê, ew ligel Serokomarê Iraqê, Fûad Mehsûm axifiye, navborî jî soz çareseriyê daye.
Herwiha Mehsûm diyar kiriye jî ku, ew dê piştgiriya hewlên Serokê Herêma Kurdistanê, Mesûd Barzanî bike, bo biparêzgehkirina Şingalê. Li gor ku Qayimqamê Şingalê gotiye.