Serkirdatîya PDKyê çaksazîyên Barzanî dê encam bide.
Biryare roja Şembîya dahatî Civata serkirdatîya Partîya Dîmukratîya Kurdistan(PDK)yê kom bibe bi armanca gêngeşekirinê li ser biryarên Mesûd Barzanî serokê PDKyê bo encamdan çaksazîyê.
K24- Hewlêr:
Biryare roja Şembîya dahatî Civata serkirdatîya Partîya Dîmukratîya Kurdistan(PDK)yê kom bibe bi armanca gêngeşekirinê li ser biryarên Mesûd Barzanî serokê PDKyê bo encamdan çaksazîyê.
Kombûna Şembîyê dûyem care ku serkirdatîya evê partîyê di dema 10 rojan de kom dide û taybetin bi biryarên Barzanî bo encamdana çaksazîyî di nav Partîyê û hikumetê de.
Civata serkirdatîya PDKyê berî çend rojan kombûnek endamdabû têde piştîvanîya xwe tekezkir bo biryarên Mesûd Barzanî.
Li gor zanyarîyan, ji bilî gêngeşekirinê li ser biryarên çaksazyê, rewşa sîyasîya hindûrîya Herêma Kurdistanê û pewendî li gel partîyên Kurdî jî dê bihên behskirin.
Roja 10/ Subatê/2016, Mesûd barzanî serokê Herêma Kurdistanê çend biryarek dan bo encmadan çaksazîyê di nav PDKyê û Hikumeta Herêma Kurdistanê de.