Li Enqerê zextên li ser xwendekaran hatin şermezarkirin
Li Tirkiyê zextên li ser zanîngeha zêdetir dibin. Rektor li gor polîtîkayên hikûmetê tên damezrandin û tê xwestin ku zanîngeh û xwendekar bên bêdeng kirin.
Mehmet Saît Ozmen / K24 – Enqere
Li Tirkiyê zextên li ser zanîngeha zêdetir dibin. Rektor li gor polîtîkayên hikûmetê tên damezrandin û tê xwestin ku zanîngeh û xwendekar bên bêdeng kirin.
Li paytexta Tirkiye Enqerê zextên li ser xwendekarên zanîngeha Enqerê berdawam in.Li fakulteya Cebecî 15ê Sibatê heyama dûyemîn bi binçavkirina 17 xwendekaran hat destpekirin.
Ji aliyê rektorîya zanîngehe ve tedbîrên ewlehiye hatin zêdekirin. Di bin navê ewlehiyê de nasname ji aliye polîsan ve tên kontrol kirin , xwendekar tên kontrolkirin û wexwerinên di şûşeyên camî de hatin qedexe kirin ji bilî vê yêke polîsên taybet û sivil her wext li dora fakûteya Cebecî disekinin.
Di vê çerçoveyê de doh (24.02.2016) bi bêşdarîya parlamanterên CHPê Elî Haydar Hakverdî , Aylîn Nazliaka parlamanterên HDPê Meral Daniş Beştaş, Mîthat Sancar û rojnameger Cengîz Çandar û bi bêşdariya gelek xwendekarên zanîngeha Cebecî kiryarên rektoriye hatin protesto kirin.
Xwendekarên zanîngehê bi sloganan li nava fakulteye meşiyan. Parlamenteran jî anin ziman ku di nav şer û pevçûn başûrê rojhilat ê Tirkiyê berdewam dikin û armanc ew e ku bi kiryarên wiha û zextên ser zaningehan xwendekaran çavtirsandî bikin. Herwiha xwendekaran piştgiriya Cerattepeya Artvînê kirin û bi stranen Kurdî jî piştgirî dan bajarên kurdistanê.








