“Nexweşxaneya Silopiyê endamên leşê xortekî Rojavayî dizîne”
Ciwanekî Kurd ku bi guleyên leşkerên Tirkiyê hatibûn kuştin, li nexweşxaneya Silopiyê hinek ji endamên laşî wî hatin dizîn.
K24 – Qamişlo
Ciwanekî Kurd ku bi guleyên leşkerên Tirkiyê hatibûn kuştin, li nexweşxaneya Silopiyê hinek ji endamên laşî wî hatin dizîn.
Ciwanê Kurd ê bi navê, Beha Cemîl ku ji bajarê Qamişlo ye, ligel 7 kesên din ên Filestînî, dema dixwestin ji Başûrê Kurdistanê derbasî Bakurê Kurdistanê bibin hatin binçavkirin, piştî pênc rojan li nexweşxaneya Silopî hatin dîtin û her heşt ciwan bi guleyan hatibûn kuştin.
Piştî zêdeyî heftiyekê cenazeya Beha di deriyê sînorî yê Dirbêsiyê re gihişte Qamişlo, lê malbata Beha dibêjin ku hinek ji endamên laşê wî ji aliyê nexweşxaneya Silopiyê ve hatine dizîn.
Birayê Beha, Mihemed Cemîl ji K24ê re derbarê dizîna endamên Beha de got: “Endamê laşê wî tev birine, rehê wî ji lingan heta bi dil derxistine, zenglora wî rakirine û laşê wî dirûtine.”
Diyardeya diziya endamên mirovan piştî kuştina wan bi şêweyên cuda cuda, nexasim dinav penaberên ku bi riyên qaçax sînoran derbas dikin zêde dibe.