Ji qeşayê, hunereke dilsoj a li ser rewşa penaberan

Di vê xebata hunerî ya ku 30 dereceyî de hatiye çêkirin, rewşa penaberan ya dilsoj hatiye rave kirin.

https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/785b8501-c4ea-4ea6-b80e-e9e8720e60e2/Ji%20qe%C5%9Fay%C3%AA,%20hunereke%20dilsoj%20a%20li%20ser%20jiyana%20penaberan.ism/manifest

Yusuf Ozgur Bulbul / K24 - Erzirom

Arîşeya penaberan ku di qada cîhanê de bûye rojeva sereke, li Erzîromê jî bû mijara berhemên hunerî ya ji qeşayê. Di vê xebata hunerî ya ku 30 dereceyî de hatiye çêkirin, rewşa penaberan ya dilsoj hatiye rave kirin. Ev berhema hunerî gelekî bala welatiyên ku çav lê dikin dikişîne.

Berpirsiyarê Peymangeha Hunerên Bedew a Zankoya Ataturkê ya Erzîromê Prof. Dr. Mehmet Kavukçu, bi xebata xwe ya hunerî ya bi navê “Awaza Bêsînor ya Sînoran” bal kişande ser zor û zehmetî û rewşa dilsoj ya penaberan. Xwendekarên Zankoya Atatûrkê diyar kirin ku mamosteyê wan bi kedeke mezin ev berhema hunerî ava kiriye û xwestiyê ku pirsgirêka penaberan di rojevê de bimîne.

Xwendekarek wiha dibêje: "Ev der wargeha penaberan e. Ev berhem ji aliyê mamosteyê hunerên bedew ve hatiye çêkirin. Ev berhem li ser jiyana penaberên Suriyeyî û ji bo anîna ziman ya pirsgirêkên wan hatiye çêkirin. Em jî hatine darî wê yekê ku zor û zehmetiyên wan bibînin."

Mamoste Kavukçu ku bi vê xebata xwe ya hunerî xwestiye balê bikîşîne ser penaberan, li bexçeyê peymangehê 20 rojan di binê sermaye de xebata xwe berdewam kiriye û heweya sar bi avê re kiriye yek û ji qeşayê berhemeke hunerî afirandiye. 

Xwendekarekî din jî wiha diaxife: "Ev pêşangeh rewşa dilsoj a penaberan ya di wargehan de dide nişandan. Em jî hatine darî wê. Berhemeke têra xwe manîdar hatiye çêkirin. Ev karekî gelekî bi wate ye."

Ev berhema hunerî ku bi awayekî şarezane ji qeşayê hatiye çêkirin, havîrdora wê jî bi têlên direhî yên ji qeşayê hatiye dorpêçkirin. Di heman demê de welatiyên ku vê berhama bircên ji qeşayê ku dirûvê wargeha penaberan pê dikeve dibînin acêbmayî dimînin. Loma her welatiyê ku tê darî vê berhêmê wêneyekî ligel dikişîne.