Li Pulura Dêrsîmê Şaredariyeke zelal û mînak
Li bajêr, veguhêzkarî bê pere ye, av gelekî erzan e. Şaredariyê li ser 600 donim erdê şaredariyê, nok û fasoliyan diçîne ku bo welatiyên feqîr belav bike.
Pinar Keskîn / K24 – Dêrsim
Şaredariya Pulurê ya Dêrsîma Bakurê Kurdistanê di destê Partiya Komunîst a Tirkiyê (TKP) de ye. Şaredarê Komunîst hemû lêçûn û dahata şaredariyê bi afîşekê dalekandiye. Şêniyên bajêr vê pêngavê erênî pêşwazî dikin.
Li Tirkiyê 81 parêzgeh û 957 Navçe hene. Yek ji wan navçeyan jî Pulure ku girêdayî parêzgeha Dêrsîmê ye. Şaredariya navçeyê di encama hilbijartinên 2014an yên herêmî de, kete destê Partiya Komunist a Tirkiyê. Bi vê yekê Pulur bû yekem navçe li Tirkiyê ku birêveberiya wê bi destê şaredarekî Komunist ve tê kirin.
Şaredar Mehmet Fatih Maçoglu bi proje û xebatên xwe, di demeke kurt de, kete çavê şêniyên bajêr. Maroçoglu herî dawî hemû lêçûn û dahata şaredariyê, bi afîşekê, li şaredariya bajêr daliqand û di warê pakbûn û zelaliyê de bû şaredarekî mînakjêgir.
Mehmet Fatih Maçoglu derbarê xebatên xwe de ji Kurdistan24ê re got: “Gel ji vê rewşê kêfxweş e. Dixwaz in bizanibin ku em çi dikin. Dixwaz in bizanibin lêçûnên me çiqase û ew lêçûn bo çi hatiye kirin. Welatiyan meraq dikirin. Ji ber ku ew pere ne pereyên me ne, pereyên gel in.“
Welatiyên Pulurê ev gava şaredariyê bi dilxweşî pêşwazî kirin û daxwaz kirin ku ev yek bo salên din jî berdewam bike da bibe mînak bo bajarên din.
Welatî Orhan Ozkanli: “Ew mecbûr in ku hesab bidin me. Madem ew nûnertiya me dikin, pêwîstî heye ku van tiştan jî aşkere bikin. Ev cara yekem e ku tiştekî wiha çêdibe..”
Welatî Gûlîzar Gûltekîn: “Xoceyê xizir bibe alîkar, xwedê ji ser serê me kêm neke. Wesayit belaş e. Serokê me her tişt aşkere kir û daliqand. Em gelekî ji wî dixweş in û diayên me bi wî re ne.”
Welatî Hûseyîn Varli: “Serokê me hemû lêçûn aşkere kir û agahî derbarê wê de dan. Em spasdarên wî ne.”
Li bajêr, veguhêzkarî bê pere ye, av gelekî erzan e. Şaredariyê li ser 600 donim erdê şaredariyê, nok û fasoliyan diçîne ku bo welatiyên feqîr belav bike. Herwiha dahata ji fasoliyan, bo 78 xwendekaran dibe bûrs. Li aliyê din, bo li navçeyê hişmendiyeke xurt çê bibe, şaredarî bo her saeteke xwendina pirtûkan, dihêle ku zarok saetekê bê pere bisiklêt biajon.