Weşana ÎMC TV hat birîn

TURKSATê weşana wê birî.

K24- Stenbol

Weşanên kanala ÎMC TV ku navenda wê li Stenbolê ye ji aliyê TURKSAT'ê ve hatin birîn. Kanal niha tenê li ser înternetê weşana xwe didomîne.

Weşana ÎMC TV demjimêr 15:20'an bi dema Tikriyê, gava weşana zindî dikir hat birîn. TURKSATê da zanîn ku "li ser fermana beşa bazargeriyê" weşan qut kirine. 

Gelek sazî û dezgehên rojnamevanî ji ber birîna weşana kanalê nerazîbûna xwe nîşan da.

Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê ji ber propagandaya PKK û KCK'ê di 24ê sibatê de ji TURKSATê re nivîsekê şandibû û ji dadgehê daxwaza betalkirina frekansa ÎMC TV kiribû.