Maseya Krîzê: Li Cizîrê zêdeyî 250 kesan hatine kuştin
Maseya Krîzê, derbarê kesên di jêrzemînên li Cizîrê de hatibun kuştin ragihand ku heta niha 178 cenaze rakirine nexweşxaneyan, 66 cenaze hatine veşartin, 11 cenazê li benda veşartinê ne.
K24 – Diyarbekir
Maseya Krîzê, derbarê kesên di jêrzemînên li Cizîrê de hatibun kuştin ragihand ku heta niha 178 cenaze rakirine nexweşxaneyan, 66 cenaze hatine veşartin, 11 cenazê li benda veşartinê ne û 10 cenaze hê jî nehatine naskirin.
Maseya Krîzê, li Diyarbekirê di civîneke çapemeniyê de ragihand ku heta niha hejmara kesên ku li Cizîrê canê xwe ji dest dane ji 250 kesan zêdetir in. Maseya Krîzê li avahiya Partiya Herêman ya Demokratîk (DBP) derbarê xebatên teşhîskirina cenazeyan de agahî dan.
Endama Meclisa DBPê Eyşegul Çoban ragihand ku, li hemberî cenazeyan wehşetek hatiye kirin û malbatên wan jî têne cezakirin. Çoban diyar kir ku ji xeynî Maseya Krîzê bila malbat serî li ti cihên din nedin û got: “Li Şirnexê, 13 cenaze ji aliyê dewletê ve li goristana bêkes hatine veşartin. Li Rihayê 13, li Xaburê 53, li Dîlokê 9, li Cizîrê 14 û li Meletiyê 6 cenaze li benda teşhîskirê ne.”
Maseyê Krîzê, ji aliyê DBP, Meya-Der û Komeleya Dadnasên Mezopotamyayê (MHD) ve hatiye avakirin.