YPG nasnameya 4 şervanên xwe aşkere kir
Di daxuyaniya xwe de jî YPG amaje bi xebat û qeremaniya şervanên xwe di hemû bereyên şer ên rizgarkrina navçeyên Rojavayê Kurdistanê de kir
K24-Navenda Nûçeyan
Yekîneyên Parastina Gel(YPG) nasnameya çar şervanên xwe ku, di 25ê vê mehê de li bajarê Helebê de şehîd bûbûn aşkere kir.
Derbarê şehîdbûna wan şervanan Yekîneyên Parastina Gel(YPG)daxuyaniyek li ser malpera xwe belav kir, tê de tekezî li ser şehîdbûna wan her çar şervanan kir û nasnameya wan jî aşkere kir, herwiha soz da ku, ew dê li ser doza şehîdanû berveniya xaka Rojavayê Kurdistanê berdewam be.
Li gor daxuyaniya YPGê nasnameya her 4 şehîdan evin:
1-Ciwan Efrîn(Reşîd Hisên) daykbûyê bajarê Efrên- Dêrsiwane ye.
2-Canveda Welat(Dîlo Çîçek)dayîbûyê bajarê Cindirêsê ye.
3-Roken Botan(Nazlie Talib) daykbûya bajarê Efrîn-Aqibiye.
4-Serbest Cîlo(Welat Oso daykbûyê bajarê Efrîn-Raco ye.
Di daxuyaniya xwe de jî YPG amaje bi xebat û qeremaniya şervanên xwe di hemû bereyên şer ên rizgarkrina navçeyên Rojavayê Kurdistanê de kir.