Barzanî pirsa çaksazîyê li gel serkirdatîya partîya xwe gêngeşe dike.
Berî demekê kombûna Civat Serkirdatîya Parîya Dîmukratîya Kurdistan(PDK)yê bi serperiştîya Mesûd Barzanî serokê PDKyê li Pîrmamê dest pêkir. Biryare pirsa çaksazîyê û rewşa Herêma Kurdistanê û encamên pişikdarîkirina Barzanî li Konfiransa Miyûnişinê bihên gênegeşekirn.
K24- Hewlêr:

Nûçegihanê Kurdistan 24 li Pîrmamê ragehand: Di vê kombûna Civata Serkirdatîyê de bi serperiştîya Mesûd Barzanî, serokê PDKyê gelek pirsên taybet bi rewşa Herêma Kurdistanê dê bihên behskirin.
Li gor zanyarîyên nûçegihanê me, di vê kombûnê de her yek ji pirsa çaksazîyê, Hikumet, Perleman û pişikdarîya Mesûd Barzanî, Serokê Herêmê di Konfiransa Miyûnşinê de dê bihên gêngeşekirin.
Ev di demkê deye ku Mesûd Barzanî serokê Herêma Kurdistanê û serokê PDKyê çendîn biryarên çaksazîyê di nav PDKyê û hikumetê de ragehandîye, lew dihê çaverêkirin di kombûna evroj de behsê ektîvkirina komîteyên çaksazîyê di nav Partîyê de û harîkarî û piştîvanîya PDKyê bo biryarên çaksazîyê bihê kirin.
Birayare jî di vê heftîyê de şanda Blaya PDK û YNK kom bibin li ser pirsên giştîyên Herêmê.