Parêzgeriyê dîmenên Sûra kavilbûyî belav kirin

Parêzgeriya Diyarbekirê dîmenên dawî yên navçeya Sûrê belav kirin. Di vîdeoyê de xuya dike ku hejmareke zêde xanî û avahî kavil bûne.

https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/13113499-3e64-4377-9bcb-d335335d3bff/ParezgeriyeHinDimenenSureParvekir.ism/manifest

K24 - Diyarbekir

Parêzgeriya Diyarbekirê dîmenên dawî yên navçeya Sûrê belav kirin. Di vîdeoyê de xuya dike ku hejmareke zêde xanî û avahî kavil bûne. Her wiha di vîdeoyê tê bihîstin ku hêzên ewlekariya Tirkiyê, ji otomobîlên zirpoş bi anonsan gazî xwepêşanderan dikin ku xwe radestî wan bikin.

Ji 2ê Kanuna 2015an ve li 6 taxên navçeya Sûrê di navbera Şervanên Yekineyên Parastina Sivîl (YPS) û hêzên ewlekariya Tirk de pevçûn didomin. Li gorî agahiyên fermî, heta niha 71 serbazên Tirk û 236 şervanên YPSê canê xwe ji dest dane.

Ji hêla din ve Parêzgeriyê, vîdeoyek derbarê cihê pevçûnan de bi rayagiştî re parve kir. Di vîdeoyê de xûya dike ku, piraniya xaniyên 3-4 qat, mizgeft, dibîstan û kargeh kavil bûne, rê xirabûne.

Ji hêla din ve tê ragihandin ku, di hinek jêrzemînan de 22 birîndar, bi tevahî kêmzêde 150 kes asê mane û nikarin ji ber topbaranê derkevin. Ji ber derxistina birîndar û saxan rayedarên HDPê bi parêzgeriyê re hevdîtinan dikin. Lê heta niha jî ti encam ji hevdîtinan derneketiye.