Hewleka peqandina borîya petrola Herêma Kurdistanê hat pûçkirin.
Wezareta Samanên Suriştîyê Turkîyayê li vê bareyê ve ragehandinek belav kir.
K24- Hewlêr:
Wezareta Samanên Suriştîyê Turkîyayê li vê bareyê ve ragehandinek belav kir.
Li gor wê ragehandinê hêzên asayîşên li devera Hezexê ser bi Şenexê şîyane bombekê li jêr borîyên petola Herêma Kurdistanê û Cîhanê puck bikin.
Herweha têde hatîye: Li rojên 17 heya 25 Subatê dû car ev borîya petrolê li Hezexa devera Şernexê hatîye peqandin.
Her di vê çarçoveyê de dûhî jêderkî bi rojnameya Hurîyeta Turkîyayê ragehandibû hinrtaina petrola Kurdistanê bo bendera Cîhan, heya dû hefteyên din dest pê nake.
Li gor nûçeya rojnameyê peqandina borîya hinartina petrola Kurdistanê rojane zîyana 14 milyona dolaran di gehîne abûrîya Herêma Kurdistanê.
Ji 17yê vê mehê ve bi egera peqandina borîya petrola Kurdistanê, hinartina petrolê hatîye ragirtin.
Rojane 600 hezar bermîl ji petrola Herêma Kurdistanê bi petrol Kerkûkê ve jî bi rêya evê borîya petrolê dihê şandin bo bendera Cîhana Turkîyaê.