Li Sûrê bi gaza rondikrêj peşîya çalakvanan hat girtin
Meşa Diyarbekiriyan ya ber bi navçeya Sûrê ve hat asteng kirin. Polîsan bi gazên rondikrêj û tomayên ava şîd peşîya çalakvanan girtin.
K24 – Diyarbekir
Meşa Diyarbekiriyan ya ber bi navçeya Sûrê ve hat asteng kirin. Polîsan bi gazên rondikrêj û tomayên ava şîd peşîya çalakvanan girtin.
Îro li navçeya Rezan ya Diyarbekirê, bi pêşengiya HDP'ê bi dirûşma "Tu jî dengekî bide Sûrê" çalakiyek hat lidar xistin.
Çalakvanên ku di nav de parlamenterên HDP'ê jî hebûn, daxuyaniya çapemenî dan. Beşdarvanan, piştî daxuyaniyê xwastin ber bi navçeya Sûrê ve bimeşin. Polîsan pêşiya meşê girtin û di navbera xwepêşandêr û hêzên ewlehiyê de alozî û pevçûn derketin.
Demeke dirêj li navçeya Rezan û Yenîşehîrê alozî û pevçûnê berdewam kir. Dikandaran dikanên xwe girtin. Hat ragehandin gelek kes ji hêla hêzên ewlekarî ve hatin biçavkirin.
Qedexeya derketina derve ya 6 taxên Sûra Diyarbekirê gihîşt roja 88'an. Operasyon û şer jî bênavber berdewam dike. Her wiha zarokên ku di nav pevçûnan de asê mane hê jî nehatin derxistin.