Amerîka hêzekê bikar tîne Pêşmerge ne pirsgirêka wê ye

Fûad Elîko

K24 – Navenda Nûçeyan

Nûnerê ENKSê di opozîsyona Sûriyê de radigihîne, ew ne geşbîn e agirbest li Sûriyê berdewam bibe. Amerîka hêzekê bikar tîne ne pirsgirêka wê ye heger Pêşmergeyên Rojava derbasî Rojavayê Kurdistanê bibe, yan derbas nebe.

Nûnerê Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) di opozîsyona Sûriyê de, Fûad Elîko ji K24ê re ragihand ku, Wezîrê Derve yê Amerîkayê John Kerry got ku heger agirbest li Sûriyê neyê cibicîkirin, plana perçebûna Sûriyê bê ser masê.

Elîko derbarê plana Amerîka ya derbarê perçekirina Sûriyê de, got : “Kisincir bi Serokê Amerîkayê Barak Obama re gotiye, ku divê Sûriye û Iarq jî nexşeyên wan bên guhartin, lê ew hîn di warê guftûgoyan de ye, ne bi awayekî fermî ye.”

Derbarê daxwaza ENKSê ji serketina agirbestê yan sernekeftina wê de û perçekirina Sûriyê de, Elîko got: “Ev 15 roj dê diyar bikin, yan agirbesta li Sûriyê dê şer rawestîne, yan jî plana din dê were meydanê. Em wek ENKSê daxwaza me Sûriyeyeke federal e, di hundirê wê de herêmeke Kurdî hebe.”

Elîko amaje kir ku, di navbera ENKSê û Îtîlafa Opozîsyona Sûriyê de derbarê ferderalbûna Sûriyê de nakok in, ji ber opozîsyon hîn ne di baweriya wê de ye ku Sûriye bi Sûriyekeke federal be.

Elîko diyar kir, ew ne gelekî geşbîn e ku agirbest li Sûriyê her serî, ji ber ku rêjîm bi piştevaniya Rûsya û Îranê ve, çareseriya leşkerî hildibijire. Herwiha DAIŞ û Eniya el-Nusrayê dê hewl bidin çareserî neçe serî.

Elîko diyar kir, Şanderê NY yê taybet bi Sûriyê Steffan De Mistura mercek danaye, heger agirbest heta 7 Adarê berdewam kir, dê li Cenêvê danûstandinan bikin, lê heger agirbest têk çû, ti wate ji danûstandinên Cenêvê re namîne.

Elîko amaje kir, di sala 2015an bêhtir ji milyonek penaberên Sûrî gihêştin Ewropayê, vê yekê jî krîzeke mezin ji Ewropayê re çê kir, loma Ewropiyan guvaşeke mezin li Amerîka û Rûsyayê kirin, ku agirbest û çareserî li Sûriyê çê bibe.

Elîko derbarê beşdariya Pêşmergeyên Rojava di operesyona kontrolkirina Reqayê de got: “Mixabin PYDê bûye pirsgirêkek di hebûna Pêşmerge di deverên Kurdî li Sûriyê, herwiha PYDê bi zelalî ji Amerîka û welatên din re dibêje, heger Pêşmerge bên Rojavayê Kurdistanê, dê nakokiyên me pir bibin, emê bi hev û du bikevin û nikaribin şerê DAIŞê bikin. Ji berjewndiya Amerîkayê re hêzek heye şerê DAIŞê dike û wê hêzê bikar tîne, dê jê re ne pirsgirêk be ku Pêşmerge bê yan neye.”