YPG: li Girê Spî 70 çekdarên DAIŞê hatin kuştin
Ji aliyê xwe ve jî peyamnêrê K24ê da zanîn ku, niha şer sivik bûye û rewşa wî bajarokê Girê Spî ber bi aramiyê ve diçe.
K24-Girê Spî
Yekîneyên Parastina Gel(YPG) ragehand ku, di şerê li Girê Spî de 70 çekdarên DAIŞê hatin kuştin û 20 şervanên wan jî şehîd bûn.
Piştî ku duh, çekdarên DAIŞê karîn derbasî bajarokê Girê Spî bibin û li çend taxan bicih bibin, herwiha, bajarokê Silok kontirol bikin, şereke giran dinav bera wan û Yekîneyên Parastina Gel(YPG) derket, di encama wî şerî de li gor daxuyaniyên YPGê bihtirî 70î çekdarên DAIŞê hatin kuştin.
Ji aliyeke din Yekîneyên Parastina Gel(YPG) di daxuyaniya xwe de aşkere kir ku, wan bi alîkariya firokeyên Hevpeymaniya Navdewletî karîn gundê Eyn Erûs û Tilnes kontirol bikin, da zanîn ku, 20 şervanên wan jî di wî şerê giran de şehîd bûne.
Li gor daxuyaniya YPGê ew çekdarên DAIŞê ji sînorê Tirkiyê derbasî bajarokê Girê Spî bûne.Herwiha ji aliyê Bajarê Reqayê ve hatine, berî ku bighin bajêr jî êrîşî 15 xalên wan krine.
Ji aliyê xwe ve jî peyamnêrê K24ê da zanîn ku, niha şer sivik bûye û rewşa wî bajarokê Girê Spî ber bi aramiyê ve diçe.