li kombûna dahatîya PDKyê serok û endamên Komîteya Çaksazîyê dihên dîyarkirn.
Civata Serkirdatîya Partîya Dîmûkratîya Kurdistan(PDK)yê li ser piroje çaksazîya Barzanî kom bû, Cêgirê serokê PDKyê diragehîne ku hemû liqên PDKyê hatine raspartin bo amadekirina raportekê li ser çaksazîyên Barzanî di nav PDKyê de û divê di dema heftîyekê de raport arastey Barzanî bihên kirin.
K24-Hewlêr:

Li gor zanyarîyên Kurdistan 24 biryare li kombûna sêyem mîkanîzma encamdana pirojeya çaksazîyê bihê aşkera kirin.
Bo cara dûuem Civata Serkirdatîya PDK com bû li ser pirojeya çaksazîya Barzanî û arîşeyên sîyasîyên di navbera alîyên Herêma Kurdistanê de.
Di wê kombûnê de Mesûd Barzanî serokê PDKyê tekez kir ku divê hemû xalên pirojeyê bihên encamdan.
Her li vê kombûnê biryar hatedan hemû liqên PDKyê pêşnîyaz û raportên xwe li ser pirojeya çaksazîyê di dema heftîyekê de bidin Mesûd Barzanî û serkirdatîya PDKyê daku di kombûna dahatî mîkanîzma encamdana pirojeyê biryar li ser bihê dan.
Nêçîrvan Barzanî cêgirê serokê PDKyê ragehand: di vê kombûnê de hemû endamên Mekteba Sîyasî û Serkirdatîyê sozdane Barzanî, ew pabendên her biryarekê dê bin kû ji alîyê komîteya çaksazîyê derkeve.