Li Nisêbînê polîsek hat kuştin, 2 jî birîndar bûn
Li gelek bajar û navçeyên Bakurê Kurdistanê şer û pevçûnên di navbera hêzên ewlekariyê yên Tirk û şervanên Yekîneyên Parastina Sivîl (YPS) de berdewam in.
K24 - Mêrdîn
Li gelek bajar û navçeyên Bakurê Kurdistanê şer û pevçûnên di navbera hêzên ewlekariyê yên Tirk û şervanên Yekîneyên Parastina Sivîl (YPS) de berdewam in. Îro jî li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê leşkerek hat kuştin û 2 polîs jî birîndar bûn.
Îro danê sibehê saet 6an li navçeya Nisêbînê ya bajarê Mêrdînê nêzikê garaja berê, otomobîla zirxpoş a polîsan ket ber êrîşekê. Piştre şerekî dijwar derket û bi seetan dengê çekan nesekinî.
Di encam de 3 polîs birîndar bûn. Polîsên birîndar bi ambulansan bo nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê hatin vegûhestin. Hat ragihandin ku polîsekî li nexweşxaneyê canê xwe ji dest daye û dermnakirina yên din jî didome.
Berî niha di 14ê Kanûna Pêşîn a 2015an de li navçeya Nisêbinê qedexeya derketina derva hatibû ragihandin û heta 2 heftayan berdewam kiribû. Di çarçoveya qedexeyê de li dijî Endamên Yekineyên Parastina Sivîl (YPS) operasyonen berfireh hatibûn destpêkirin û şer û pevçûnên mezin çêbûbûn.