"Sedsala 21ê sedsala Kurdan e û kes nikare bibe asteng"

Nivîskar Alî Bayramoğlu, bal kişand ser hêza Kurdan li Rojhilata Navîn û got: "Sedsala 21ê sedsala Kurdan e û tu kes nikare li ber wê astengiyê derxe. Hewldan hebin jî ev sedsal sedsala wan e.”

K24 – Enqere

Nivîskar Alî Bayramoğlu, bal kişand ser hêza Kurdan li Rojhilata Navîn û got: "Sedsala 21ê sedsala Kurdan e û tu kes nikare li ber wê astengiyê derxe. Hewldan hebin jî ev sedsal sedsala wan e.”

Rojnameya me BasNûçe / BasHaber duh (27.02.2016) li Enqere Princess Otelê bi navê, “Li Rojhilata Navîn Dema Guherînê, Ortadoğu’da Değişim Zamanı” panelek lidarxist. Di panelê de şerê sar ê niha li ser Rojhilata Navîn bi rêve diçe, hewldanên bidestxistina desthilatdariyê yên li herêmê, rikberiya eniyan û aliyên mezhebî, peywendiyên Tirkiyê û Herêma Kurdistanê herwiha bidawîbûna Proseya Çareseriyê mijarên panelê bûn.

Di panelê de Nivîskar Ali Bayramoğu, Dr. Arzu Yılmaz, Prof. Bilal Sambur, Nîvîskar Faysal Dağlı û Prof. Ferhat Kentel gotarên xwe pêşkêş kirin. Panela “Li Rojhilata Navîn Dema Guherînê” bi axaftina Prof. Bilal Sambur dest pê kir ku di heman demê de moderatorê panelê jî bû.

"Herêma Kurdistanê dixwaze bi rêyên aştiyane serxwebûnê pêk bîne"

Bilal Sambur bixêrhatina mêvanan kir û got: “Rojhilata Navîn pir dewlemend e û gelek gel û nijadên ji hev cûdatir li vir dijîn. Lê mixabin niha şer û pevçûn li ser vê erdê heye. Peyva Rojhilata Navîn ji xwe binavkirineke sanal e û ji bo ku ev rewşa sanal dewam bike hewl tê dayîn. Herçiqas hewl bê dayîn ku parastina sînoran, yekîtiya axan çêbibê jî, hewcedarî heye ku hinek guhertin çêbibin. Hêza kê hebe ew dixwaze bi erka xwe vê erdnîgariyê biguherîne. Lê ev erdnîgarî bi nasnameyên xwe, bi dînê xwe, bi nijada xwe ve cihekî azad e. Divê bê asîmîlasyon, şer û pevçûn mirov bijîn.”

Sambur got ku li Rojhilata Navîn têkoşînek tê dayîn ku qedera wê ji nû ve bê nivîsandin, ji bo vê jî şer, pevçûn, top û tiving tên bikaranîn û wiha berdewam kir: “Herêma Kurdistana İraqê jî ji bo serxwebûna xwe hewl dide û ji bo vê jî naxwaze şer û pevçûn çêbibe, dixwaze bi rêya aştiyê vê serxwebûnê pêk bîne.”

"Sedsala 21ê sedsala Kurdan e û kes nikare bibe asteng"

Nivîskar Ali Bayramoğlu jî diyar kir ku li Rojhilata Navîn rêxistinên îslamî hene, hinek ji wan wek îxvan û yên din normal tevdigerin, lê ji wan hinek wek DAEŞ’ê şer û pevçûn ji xwe re kirine rê û rêbaz û wiha tevdigerin.” Bayramoğlu got ku cihê ku lê vejen û dewlemendî hebe Îran, Emerîka, Rûsya û welatên din hemû dixwazin ku li wir bibin xwedî erk û wiha axivî: “Tişta herî girîng jî li Rojhilata Navîn Kurd hene. Li Herêma Kurdistana İraqê û Rojava rêvebirineke sekuler heye, li gor dewletên din ên Ereban ev balkêş e. Sedsala 21ê sedsala Kurdan e û tu kes nikare li ber wê astengiyê derxe. Hinek hewl didin li ber wan rê bigrin, lê çiqas bê înkarkirin jî ev sedsal sedsala wan e.”

Bayramoğlu anî ziman ku li Rojhilata Navîn îslam heye û mirov nikare bê îslamê behsa herêmê bike û wiha pê de çû: “Tişta din jî li herêmê Kurd hene û ev sedsal in behsa navê wan nehatiye kirin. Lê niha bê kurdan tu tişt nikare bê kirin. Ya din jî bi Kurdan re lihevkirin bi wan re têkilî danîn divê hebe. Li dijî wan tevgerîn nebaş e, lewra xêra wê ji tu kesî re tune.”  

"Aktorê sereke Kurd in"

Akademîsyen Arzu Yılmaz jî got ku meseleya Herêma Kurdistana İraqê ya serxwebûnê wek berê li ser Enqerê, Bexdayê û Şamê nameşe, bi serê xwe ji navendê ev mijar tê axaftin û aktorê sereke bi xwe Kurd in, ev jî nîşan dide ku hinek tişt li Rojhilata Navîn diguherin."

Yılmaz got ku neteweperestiya Kurdan îro tenê bi kurdbûnê û nijadê ve nameşe, li ser Kurdistanê, bedel dayînê ev mesele tê axaftin û wiha dewam kir: “Îro Kurdek agahiyên derbarê Kurd û Kurdistanê tenê herêma ku lê dijîn nas nake. Ew ji her çar perçeyan jî agahdar e, sedema vê jî ew e ku neteweperestiya Kurdî çêbûye. Li civaka navneteweyî dema welatan behsa Kurdan dikir, digotin Kurdê Iraqê, Kurdê Tirkiyê, Kurdê Sûriyê. Lê îro ev tişt nayê gotin. Rasterast Kurd muxatab tên dîtin. Mînak; 130 hevdîtinên dîplomatîk li Herêma Kurdistana İraqê çêbûn. Li hember têkoşîna DAIŞ’ê 60 welat piştgiriyê didin Herêma Kurdistanê.”

Yılmaz anî ziman ku di salên 1990an de di nav Kurdan de, di navbera partiyên siyasî de birakujî çêbû û wiha axivî: “Lê îro ji bo Kurd û Kurdistanê bedel dayînê ve yekîtiyek çêbû û êdî şerê di navbera wan wek îxanet tê qebûlkirin."

"Êdî Kurd sînorên Kurdan diparêzin"

Nivîskar Faysal Daglı jî got ku berê dema behsa Rojhilata Navîn dihat kirin digotin ku gelên vê herêmê nikarin xwe bi rê ve bibin, divê em wan bi rê ve bibin, lê îro ev rewş guherî, Kurd sînorên Kurdan diparêzin û wiha axivî: “Gelo çima pêvajoya çareseriyê qediya û şer careke din pêk hat? Dema mirov sedema vê dinêhêre dibîne ku geşedanên Rojava tesîr li ser vê kir. Ya din jî Tirkiye naxwaze ku PKK li wê herêmê bibe xwedî erk. Peyva Rojava ji bo Tirkan tê meneya hespê Truwayê. Lê divê Tirkiye li hember Kurdan nesekine û ji wan netirse.”

Daglı anî ziman ku Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di axaftineke xwe de got ku ew dixwazin wek modela Çekoslovakyayê serxwebûna xwe îlan bikin, ev jî tê wê wateyê ku ew dixwazin bê şer û pevçûn vê pêk bînin û divê rê li ber wan neyê girtin.

"Li Rojhilata Navîn gelek tişt li ser sembolan tên temsîlkirin"

Mamostayê Zanîngeha Şehîrê ya Stenbolê Prof. Dr. Ferhat Kentel jî got ku di demên dawîn de şer wek tiştekî normal tê dîtin, wiha ku dema tu dibêjî ez şer naxwazim jî ev wek sedema şer tê dîtin. Lê divê ev nebe qedera me." Kentel anî ziman ku li vê erdnîgariyê hemû dewletên neteweyî asteke modern jîyane û ji ber vê qeyraneke nasnameyê çêbûye û got: “Ev netew her çiqas bi vê modernîzmê ve rû bi rû mabin jî, di qada jiyanê ya taybet de hewl dane ku taybetmendiyên xwe biparêzin. Mînak dema sergirtin qedexe bû, an jî Kurdî axaftin hat qedexekirin mirov li gor wê tevgeriyan û li hember vê qeyrana nasnameyê hebûna xwe parastin.”  

Piştî axaftina panelîstan guhdarvanan ji panelîstan pirs kirin û axaftinvanan jî bersîvên pirsan dan. Nivîskar û lêkolîner Nacî Kutlay, Parlementerê HDPyê yê Wanê Adem Geverî, Rêvebirê TRT Kurdî Mustafa Ekîcî, Parlementerê Berê yê AK Partiyê yê Şirnexê Mehmet Emîn Dîndar, mêvanên ji Almanya, Herêma