Fermandeyekê Pêşmerge: Daişê bûmbên Jehrdayî dihavêje Pêşmergeyan.

Fermandeyekê Hêzên Pêşmerge ragehand: Çekdarên Daişê bumbên jehirdayî dihavêje çeperên pêşmergeyan, lê hûreyan Pêşmergeyan bilinde û êdî Daiş buhisteka axa Kurdistanê dagîr nake.

K24- Hewlêr:

Fermandeyekê Hêzên Pêşmerge ragehand: Çekdarên Daişê bumbên jehirdayî dihavêje çeperên pêşmergeyan, lê hûreyan Pêşmergeyan bilinde û êdî Daiş buhisteka axa Kurdistanê dagîr nake.

Di hevdîtineka taybet bi Kurdistan24, Nwênerê serokê Herêma Kurdistanê û Fermandeyê Pêşmerge li sinûrê Şengalê, Serbest Lezgîn, ragehand: Çekdarên Daişê  hinek bûmbeyan dihavêjin çeperên Pêşmergeyan ku jehirdayîne.

Serbest Lezgîn got jî: Hûreya Pêşmergeyan bilinde û bi opirsyûn û serkevtinên dû salên bûrî, Daiş gehiştîye wê baewrîyê kû ew roj çû ku bişên axa Herêma kurdistnê dagîr bikin.

Her li ser hûreya Pêşmergeyan li wê sinûrê Qasim Şeşo fermnadeyê hêzên Pêşmerge li Şengalê bi Kurdistan 24 re got:  Ew dema hêzeka mezina Pêşmergey bi serperiştîya serok Barzanî hat Şengalê biryar nebû, nekû wê demê em dişîyayîn heya Tleifer Daiş biderxinîn.

Da xuyakirin jî ku eger ji alîyê serokê Herêma Kurdistanê ferman bi me bihê kirin, em dikarîn evê deverê hemûyê ji çekdarên Daişê pakij bikin.

Li gor Axivtinên fermandeya Pêşmerge li 25 vê mehê çekdarên Daiş bi rêya bûmbeyan, gaza jehirdayî li dijî hêzên Pêşmergey bikarhîna li sinûrê Şengalê. Li gor axivtinên jêderên serbazîyên supayê Emerîkayê, berê jî di çend mihwerên din ên Pêşmergey Daişê çekê kîmyawî û qedexekirî bikarhînaye.

https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/41cc761b-5b5b-4bdb-9d6b-b5705fb9b3d1/Duhok%20Chaki%20Kimiawi.ism/manifest