Erdogan: Ez rêz li biryara dadgehê nagirim
Dadgeha Destûra Bingehîn birayar serbest berdana du rojnamevanan derkiriye.
K24- Navenda Nûçeyan
Serokomarê Tirkiye dibêje ku ew “ne neçar e” biryarên Dadgeha Destûra Bingehîn qebûl bike û “rêz jî li biryaran” nagire.
Derhênerê Weşana Giştî yê rojnameya Cumhuriyetê Can Dundar û Nûnerê Rojnameyê ya Enqere Erdem Gul ku sê meh berê ji ber weşandina nûçeya barhilgirên MÎTê, hatibûn girtin, îro bi biryara Dadgeha Destûra Bingehîn serbest hatin berdan.
Di biryara Dadgeha Destûra Bingehîn de, hat diyar kirin ku agahiyên xurt ji bo girtina rojnamegeran tune ye, ji ber vê jî rojnameger hatin azadkirin.
Derbarê vê biryarê de, Serokomarê Tirkiyê, Recep Tayip Erdogan got: “Dibe ku dadgehê biryareke bi vî rengî dabe. Ez niha li hemberî vê biryarê dengê xwe nakim lê ez ne neçar im ku vê biryarê qebûl bikim. Her wiha ez rêz jî li vê biryarê nagrim.”
Herwiha Erdogan daxuyaniya xwe ya sosret wiha berdewam kir: “Tevî vê biryarê herdu rojnamevan jî dê bi sîxuriyê werin darizandin. Dadgeha mehelî dikarî li hember vê biryarê li ber xwe bidaya. Wê çaxê biryara Dadgeha Destûra Bingehîn dê bê wate bimaya. Kesên ku hatin tehliyekirin dê biçûna Dadgeha Mafên Mirovan a Ewrupayê. Lê bersiva ku dê ji wir bigirtana jî jixwe diyar bû.”
Can Dûndar û Erdem Gûl di rojnameya Cumhuriyetê de belav kiribûn ku Îstîxbarata Tirkiyê bi barhilgiran çek û teqemeniyan dişîne ji komên îslamî re yên ku li Suriyê şerî dikin.
Li gorî biryarên Komîteya Giştî ya Cezayê ya Şûraya Bilind, biryarên Dadgeha Destûra Bingehîn yekalîker in. Loma pêwîst e di cih de werin cîbicîkirin.