Gulîstan Kiliç: Mebesta Tirkiyê dijayetiya Kurdan e
Kongreya Demokratîk a Gelan, Civîna Parlementoya xwe ya Giştî saz kir.
K24- Navenda Nûçeyan
Kongreya Demokratîk a Gelan, Civîna Parlementoya xwe ya Giştî saz kir. Di civîna giştiyê de, Hevserokên Kongreyê, Gulistan Kiliç Koçyigit û Ertugrul Kurkçu derheqê geşedan û bûyerên li Rojhilata Navîn û Li Bakurê Kurdistanê axivîn.
Hevseroka Kongreya Demokratîk a Gelan, Gulistan Kiliç Koçyigit di civînê de got: “Sîyeseta Dewleta Tirk him li hundir him jî li derve li ser dijberiya Kurdan dimeşe “
Beşa yekemîn a Civîna Parlementoya giştî ya Kongreya Demokratîk a Gelan, ji çapemeniyê re vekirî hat kirin.
Hevserokê Kongreyê, Ertugrul Kurkçu dibêje ku gelê Kurd ji Başûr bigre heta Bakurê Kurdistanê her çar perçeyê di berxwedanek mezin de ye û destkeftiyan bi dest xistiye. Niha Kurdên, li Bakurê Kurdistanê ji ber “îhtirasa” Serokkomar Recep Tayyip Erdogan û tundiya Dewleta Tirk, ne pêkane ku ji berxwedana xwe vêkişin.
Hevseroka Kongreyê, Gulistan Kiliç Koçyigit jî dibêje ku sîyeseta hikûmeta AKPê û Dewleta Tirk him li hundir him jî li derve li ser dijberiya Kurdan dimeşe.