Topbarankirina taxa Şêx Meqsûd berdewam e
Li gor amarên YPGê ji destpêka toparankirina wê taxê heta niha zêdeyî 10 welatiyên sivîl canê xwe ji dest dane û bi dehan jî birîndar bûne.
K24-Navenda Nûçeyan
YekîneyênParastina Gel(YPG) ragehand ku, êrîşên Cebhet El-Nûsrayê û Ehrar El-Şam li ser Taxa Şêx Meqsûd a bajarê Helebê berdewame, di encama êrîşa duh jî welatiyên sivîl birîndar bûne.
Derbarê êrîşa duh, ya li ser Taxa Şêx Meqsûd a bajarê Helebê Yekîneyên Parastina Gel(YPG) daxuyaniyek belav kirin, tê de tekez kirin ku, di encama êrîşên duh, yên Cebhet El-Nûsrayê û Ehrar El-Şam li ser taxa nav borî 8 kes birîndarbûne. Da zanîn ku, ev zêdeyî deh rojin pêdiviyên jiyana rojana li wê taxê nemane.
Wek tê zanîn ku, Taxa Şêx Meqsûd eve demeke rastî êrîşên grûpên Islamî yên bi ser opozîsyona Sûriyê xwe dibînin, li gor amarên YPG li wê taxê zêdeyî 10 welatiyên sivîl cane xwe ji dest dane û bi dehan birîndar bûne.