Zêdetir ji hezar jinên rizgarbûyî ji dast Daişê gehiştine Elmanîyayê
Zêdetir ji hezar jinan ku ji destên Daişê rizgarbûne geihştine Elmanîyaê, lê rewşa revanîya wan neakincîye.
K24- Hewlêr:
Zêdetir ji hezar jinan ku ji destên Daişê rizgarbûne geihştine Elmanîyaê, lê rewşa revanîya wan neakincîye.
Li gor raporta mîdyayên Elmanîya, Wîlayeta Baydin Vêtim Bêrgîya Elamanîyayê bi rêya pirojeyeka taybet, li meha Nîsana sala Bûrî ve zêdetir ji hezar û sed jinên Êzdî bi merema çareserîya saxlemîyê hatine veguhaztin bo Elamnîyayê ku piranîya wan ji alîyên çekdarên Daişê ve wek Kenîze reftar li gel hatibûn kirin.
Yan Îlhan Kîzîlhan ew pizîşkê Elamanîye ku çareserîya piranîya wan jinên Êzdî dike dibêje: Hinek ji wan kiçên ku Daişê destdirêjî kiribûn ser wan, jîyê wan heft yan heşt salîne.
Berpirsên ewê wîlayeta Elmanîya 104 milyûn dolar bo evê pirojeyê danane. Li 3yê/ aba/2014 Daişê bajarokê Şngala Êzdî nişîn dagîr kir û kevte kûştin û birrîna xelkê wê û bi sedan hezar hevwelatî naçarbûn ber bi deverên Herêma Kurdistanê birevin û koçber bûn û hinek jî ber bi Ewrûpayê çûn.
Piştî dagîrkirina Şenaglê, Daişê jinên Êzdê naçarkirin bikevin ber hukma kenîzeyê û bo vê mebestê jî hijmareka wan xistin bazarên bendefiroştinê.