Bi rêya bankeka Ewrûpay pere dê bihê şandin bo Îraqê.
Nwênerê Yekêtîya Ewrûpayê li Îraqê ragehand: danûstandin berdewamin dakû bi rêya bankeka Ewrûpayê bo webrhînanê pere bihên şandin bo Îraqê, amaje bi wê yekê jî kir ku tekezê dikin pişka Herêma Kurdistanê ji wê pereyê hebe.
K24- Hewlêr:
Nwênerê Yekêtîya Ewrûpayê li Îraqê ragehand: danûstandin berdewamin dakû bi rêya bankeka Ewrûpayê bo webrhînanê pere bihên şandin bo Îraqê, amaje bi wê yekê jî kir ku tekezê dikin pişka Herêma Kurdistanê ji wê pereyê hebe.
Di gotarekê de li Hewlêr li ser rewşa Herêma Kurdistanê û Îraqê, Patrîk Siyonît, nwênerê Yekêtîya Ewrûpayê li Îraqê ragehand got: Niha Yekêtîya Ewrûpayê di danûstandinê de ye li gel hikumeta Îraqê, hevdem hikumeta navendî danûstandinê dike li gel banka Ewrûpayê bo weberhînanê. Di wan danûstandinan de nwênerê hikumeta Herêma Kurdistanê amadeye. Danustandin jî dê berdewam be heya banka Ewrûpayê bo weberhînanê bihê Îraqê.
Got jî: danûstandin di destpêkê deye, belê me wekû Yekêtîya Ewrûpayê agahdarî danûstandinêne û tekezê dikin di her rêkkevtinekê de, eger yekêtîya Ewrûpayê pere bide Îraqê, Herêma Kurdistanê jî nehê ji bîrkirin.
Patrîk Siyonêt ragehand jî: Em wek nwênerê Yekêtîya Ewrûpayê li Îraqê rola hemahengîya serbazî nagêrîn, lê ewa ez agahdarim û dizanim welatên Ewrûpayê bi xwe hevkarîya serbazî pêşkeşî Îraqê bi giştî û Pêşmerge bi taybetî dikin.
Herwha got: Ewa em li vir dikin ne harîakarîya serbazîye,belkû harîkarîya koçberên hindûrîye dakû vegerin malên xwe li wan deverên ku bi van dawîyan ji dest Daişê hatine rizgarkirin.
Ev di demekê deye ku bi egera xercîyên şerrê Daişê û dakevtina nirxa petrola xav li bazarên cîhanê, Îraq û Herêma Kurdistanê hevrûşî tengijeya darayî hatine.