Rîformxwaz û Kurdên serbixwe li pêşîyêne.
Heya niha encamên dawîyê ji hilbijartinên Civata Şoraya Komara Îslamîya Îranê ne hatîye ragehandin. Lê li gor encamên berahîyê piranîya riforimxwaz û serbixwe li Rojhilata Kurdistanê dengên yekem bi dest xwe ve hînane û amarên nafermî xuya dikin pişkeka berçav ji kursîyên Rojhilata Kurdistanê li gerra dûyem yek alî dibe.
K24: Hewlêr:

Encamên berahîyê yûn Civata Şûraya Îslamîya Îranê li pênc parêzgehên Rojhilata Kurdistanê hatin ragehandin û pişka herî mezina kursîyan hatîye yek alî kirin.
Li Rojhilata Kurdistanê, Kurdên serbixwe û riforimxwazan piranîya kursîyan bi dest xwe ve hînane, lê hêj encamên dawîyê nehatine ragehandin.
Herçende Kurd di hilbijartinên berê jî de gehiştine Civata Şûraya Îranê , lê heya niha nekarîne di Civata Şûray Îranê de bandoreka mezin hebe li ser daxwazîyên gelê Kurd li Rojhilata Kurdistanê û pişikdarîya wan di civatê de bêtir pişikdarîyeka formîye.