Rîformxwaz û Kurdên serbixwe li pêşîyêne.

Heya niha encamên dawîyê ji hilbijartinên Civata Şoraya Komara Îslamîya Îranê ne hatîye ragehandin. Lê li gor encamên berahîyê piranîya riforimxwaz û serbixwe li Rojhilata Kurdistanê dengên yekem bi dest xwe ve hînane û amarên nafermî xuya dikin pişkeka berçav ji kursîyên Rojhilata Kurdistanê li gerra dûyem yek alî dibe.

K24: Hewlêr:

Encamên berahîyê yûn Civata Şûraya Îslamîya Îranê li pênc parêzgehên Rojhilata Kurdistanê hatin ragehandin û pişka herî mezina kursîyan hatîye yek alî kirin.

Li Rojhilata  Kurdistanê, Kurdên serbixwe û riforimxwazan piranîya kursîyan bi dest xwe ve hînane, lê hêj encamên dawîyê nehatine ragehandin.

Herçende Kurd di hilbijartinên berê jî de gehiştine Civata Şûraya Îranê , lê heya niha nekarîne di Civata Şûray Îranê de bandoreka mezin hebe li ser daxwazîyên gelê Kurd li Rojhilata Kurdistanê û pişikdarîya wan di civatê de bêtir pişikdarîyeka formîye.

https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/8856a30c-5d0a-4c5e-87de-6b16f8702d83/amarekani%20rojhelat.ism/manifest