Dewlemendtirîn 100 kesên Tirkiyê diyar bûn

Kovara Forbesê ya cîhanî, dewlementrîn 100 kesên Tirkiyê aşkere kirin. Dewlementirîn kesê Tirkiyê bi 2 mîlyar û 900 mîlyon dolaran Mûrad Ulker e.

K24 – Navenda Nûçeyan

Kovara Forbesê ya cîhanî, dewlementrîn 100 kesên Tirkiyê aşkere kirin. Dewlementirîn kesê Tirkiyê bi 2 mîlyar û 900 mîlyon dolaran Mûrad Ulker e.

Forbesê navê 100 dewlemendên Tirkiyê ragihand. Dewlementirîn kesê Tirkiyê wek sala derbasbûyî Mûrad Ulker e, lê sermiyanê wî ji 4.4 mîlyar dolaran daketiye 2.9 mîlyaran.

Di lîstê de tiştê balkêş, kêmbûna sermiyana kesayetan e. Husnu Ozyegîn bi 2.6 mîlyaran bû duyemîn, Ferîd Şahenk jî bi 2.4 mîlyar dolaran bû sêyemîn. Ji sermiyana her sê kesan 1.8 mîlyar dolar kêmbûn heye.

31 dewlemendên Tirkiyê, di nava lîsteya dewlemendên cîhanê de cih digrin. Sala borî 8 jinên mîlyarder hebûn ev hejmar îsal daketiye 5 jinan.

Malbata herî dewlemend bi 8.74 mîlyar dolaran malbata Koç e. Duyemîn bi 6.2 mîlyaran malbata Sabanci, malbata Şahenk jî bi 4.9 mîlyaran sêyem e. Malbata Ulker jî bi 4.77 mîlyar dolaran çaremîn malbat e.